Dayîka ku keça wê hat revandin: Bi gotina em cerdevan in gef li me dixwin

Li Amedê mêrê bi navê D.Y bi soza zewacê zarokek 13 salî revand. Dayîka ku em pê re axivîn Nurcan Demîr got: “Bi gotina em cerdevan in dixwazin me bitirsînin. Ez ji jiyana zaroka xwe bi fikar im.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Hat hînbûn ku li semta Şehîtlîkê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû (Yenîşehîr) ya Amedê mêrê bi navê D.Y (18) bi soza zewacê zaroka 13 salî xapandiye û revandiye. Dayîka zarokê Nurcan Demîr ku têkildarî mijarê xwe gihandiye ajansa me, diyar kir ku tevî giliya wê ya li midûriyeta polîsan jî der barê kesên navborî de ti tedbîr nehatine girtin û anî ziman ku bi rojan e ji keça xwe agahî nagirin.

10 rojin agahî ji zaroka xwe nagire

Nêzî 10 roj berê mêrê bi navê D.Y yê 18 salî ku li semta Şehîtlîkê dijî, zarokeke 13 salî revand û desteser kir. Malbata zarokê bi hewldanên xwe zaroka xwe girtin. Zarok ji bo ‘parastina dewletê’ hat dayîn. Li ser daxwaza zarokê malbatê piştre zarok ji wargeha dewletê birin. Zaroka ku hatî malê dîsa ji aliyê D.Y. ve hat revandin. Dayîka zarokê piştî bûyerê çû midûriyeta polîsan û serlêdana sûc kir. Nurcan Demîr diyar kir ku midûriyeta polîsan ev tişt ji wan re got: “Me avêtin ser lê me nedît. Me not girtiye û li ku derê bibînin em ê tişta pêwîst bikin” û destnîşan kir ku bi rojane agahî ji keça xwe nagire û ji jiyana wê bi fikar e.

Gefa ‘Em cerdevan in, hûn nikarin bi me’

Hate hînbûn ku lêpirsîna dozgeriyê ya der barê mijarê de didome, dayîk Nurcan Demîr got: “Zaroka min hê pir biçûk e, ne gihayî ye. Bi soza zewacê keça min dixapînin. Ne ew li min digere û ne jî ez dikarim xwe bigihînim wê. Ez ditirsim tiştek were serê keça min. Ez hîn bûm ku malbata ew ê ku keça min revandiye cerdevan e. Herî dawî dema ez bi wan re axivîm, ji min re gotin, ‘Em cerdevan in, hûn nikarin bi me’. Qereqola polîsan tiştekî nake, ez jî nikarim tiştekî bikim. Ez zaroka xwe dixwazim. Ez ditirsim ku tiştek were serê wê an jî zererek bibîne. Ez dixwazim di demek kin de bigihim zaroka xwe û bibînim.”