Dayika Jîna Emînî: Jînaya bêguneh bû mizgîniya azadiya jinan

Dayika Jîna Emînî ya ku sembola serhildana gelên Îranê ye, Mujgan Eftexarî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Jînaya bêguneh bû mizgîniya azadiya jinan.”

Navenda Nûçeyan- Dayika Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de li paytexta Îran Tahranê hat qetilkirin, Mujgan Eftexarî duh li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyê Jînayê parve kir û spasiya kesên ku piştgirî dane serhildanê kir.

Mujgan Eftekharî di peyama xwe de wiha got: "Me tenêtiyê bi te re tenê hişt, bi germahiya te em germ bûn. Bi vê yekê ji bo mirovan, ji bo cîhanek baştir mirov dikare besnê raza Jîna û mirina wê bide. Jînaya mehsûm mizgîniya azadiyê ye, ew xemla hemû jin û mêran e.”