Dayika Aştiyê ya 70 salî girtin binçavan

Li Îzmîr û Manîsayê di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag a 70 salî jî di nav de, herî kêm 16 kes binçavkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Polîsan di saetên serê sibê de li Îzmîr û Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) de girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din, polîsan di serdegirtina avahiya EGE-TUAYDER’ê ya li navçeya Konak a Îzmîrê de, derî şikandin û dest danîn ser gelek materyalan. 
Di serdegirtina malan a li Manîsayê de jî Dayika Aştiyê ya 70 salî Şukriye Kizildag hat binçavkirin. Hat hînbûn ku her 4 kesên li Manîsayê hatin binçavkirin, anîne Îzmîrê. Kesên di bin çavan de li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin.