Dayika Aştiyê Kûmrî Oner jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Kûmrî Oner a li navçeya Hezexê dijiya jiyana xwe ji dest da.

Şirnex – Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kûmrî Oner a li navçeya Hezex a Şirnexê dijiyan di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onerê li Goristana Şêx Hesen a li navçeyê hate veşartin.
Dayika Aştiyê Oner, temenê xwe bi têkoşîna aştiyê re derbas kir. Dayika Oner ji bilî partiyên siyasî di nav gelek rêxistinên sivîl ên civakî û komeleyan de cih girt.