Dayika Aştiyê Şukran Akboga ya felc derbas kirî hat binçavkirin

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Şukran Akboga ya felcê lê xistî di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Amed - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukran Akboga ya 64 salî di saetên serê sibehê de bêyî ku hêncet were diyarkirin polîsan bi ser mala wê ya li Rezana Amedê de  girtin û ew binçav kirin. Şukran Akboga ya felcê lêxistiye mehek bû di nexweşxaneyê de dihat dermankirin. Beriya çend rojan ji nexweşxanê derketiye û îro jî rûxmê rapor jî nîşanî polîsan daye hatiye binçavkirin.  
Şukran Akboga ji bo îfadê birin Şaxa TEM’ê ya Amedê.