Dayika Aştiyê Încîle Fîdan hat girtin
Dayika Aştiyê Încîle Fîdan a li navçeya Stewr a Mêrdînê dijiya, piştî binçavkirin, girtin û şandin girtîgehê.
Mêrdîn - Dayika Aştiyê Încîle Fîdan a 65 salî ya nexweşa dil, li gundê Elfan ê navçeya Stewr a Mêrdînê dijî, 3'ê Çile hat binçavkirin, paşê jî hat girtin. Încîle Fîdan a di doza ku di sala 2017’an de der barê wê de hatibû vekirin de cezayê wê yê girtîgehê bi îdiaya "endama rêxistina terorê" hatibû erêkirin, 3’ê Çile ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin. Încîle Fîdan a ku heman rojê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hat kirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.