Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da

Dayika Şemiyê Sarê Demîr a ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şêx Hesen a Hezexê hate definkirin.

Navenda Nûçeyan - Dayika Şemiyê Sarê Demîr a 95 salî ku li navçeya Hezex a Şirnexê jiyan dikir, li Nexweşxaneya Dunyayê ya Êlihê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Demîrê ji Êlihê wergirt û bir Hezexê. Piştî nimêja cenaze hat kirin, cenazeyê Sarê Demîr li Goristana Şêx Hesen a navçeyê hate definkirin.

Ji bilî malbata wê bi sedan kes tevî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.