Dayîk dê pira aştiyê ava bikin

Kewê Işik, yek ji Dayîkên Aştiyê yên ku li Enqereyê ji bo aştiyê çalakiya nobedê li dar dixin, bang li dayîkan kir ku ji bo aştiya mayînde bi hev re têbikoşin û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza wan a sereke ye.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Zêdetirî 300 Dayîkên Aştiyê ji Wan, Kurdistan û 24 bajarên Tirkiyeyê di 2’yê Mijdarê de li Parka Kurtuluş a Enqereyê çalakiya nobedariyê li dar xistin. Di 3’yê Mijdarê de, şandeyek li parlamentoyê bi nûnerên Partiya Nû, Partiya Riya Nû, CHP, AKP û MHP re civiya da ku daxwazên wan ên ji bo aştiyê ragihînin. Piştî hevdîtinan, dayîk vegeriyan bajarên xwe. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Kewê Işik a ji Wanê ku beşdarî xwepêşandanê bû, diyar kir ku ew ji bo daxwaza aştiyê çûne Enqereyê û heta ku aştiyeke mayînde pêk neyê ew ê dev ji têkoşînê bernedin.

'Ax ji xwînê têr bûye'

Kewê Işik diyar kir ku dayîkên Aştiyê ji hemû bajaran biryar dane ber bi Enqereyê ve biçin û wiha got: “Me ev biryara aştiyê da. Em ji bo soza xwe ya aştiyê çûn Enqereyê. Her çendî agir bi ser me de bibare jî em ê li ser soza xwe bisekinin. Em çûn Enqereyê ji ber ku biryara şer jî ji Enqereyê tê. Em çûn meclîsê ku biryara şer lê tê dayîn, da ku biryara aştiyê bixwazin. Çawa biryara şer tê dayîn, bila biryara aştiyê jî bi heman awayî were dayîn. Divê mirov destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Êdî bes e. Divê çav û guhên her kesê li ser vê pêvajoyê, li ser aştiyê bin. Ax ji xwînê têr bûye. Em dayîk êdî xwînrijandinê naxwazin. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Em dixwazin hemû mirov bikaribin bi rûmet bi hev re bijîn. Dayîk dayîk e. Ferq nake ku ew Tirk e, Kurd e, Soran e, Goran e, Ereb e, yan Êzidî ye. Dilê me şewitiye û em ketine riyan da ku dilê dayîkên din neşewite.”

‘Agir bi ser me de bibare jî em ê ji bo aştiyê qebûl bikin’

Kewê Işik, diyar kir ku ew ji deriyê Parlamentoyê heta Parka Kurtuluş bi meş û dirûşmeyan meşiyan û wiha bilêv kir: “Ew dîmenek ewqas bi coş, xweşik û pîroz bû ku me bawer nedikir em çi dibînin. Em gelek axivîn me got 'em ê çawa bigihîjin armanca xwe.' Lê em li wir rastî nêzîkatiyek pir baş hatin. Me çalakiya ku em dikin, pîroz dît. Dema ku me nêzikatiya li hemberî xwe dît, me fêm kir ku mirovên din jî vê çalakiyê girîng dibînin. Em bi şev nobedar bûn. Piraniya me ranezan. Me agir pêxist, em li dora wê rûniştin û stran gotin. Ciwan hatin û tevlî nobedariya me bûn. Bi şev baran barî û konê me di bin avê de man. Di wê gavê de, me tiştê ku her gav digot, dîsa got. Çi dibe bila bibe, her çiqas baran bibare jî her çiqas lehî hebe jî her çiqas agir li ser bedena me bibare jî em ê ji bo aştiyê qebûl bikin. Em ê her tiştî qebûl bikin da ku aştiyek bi rûmet were vî welatî.”

Kewê Işik, diyar kir ku piştî nobedariyê, kom di saetên sibehê de çûne parlamentoyê. Şandeyek ji Dayîkên Aştiyê hatiye hilbijartin, çûye û bi partiyên siyasî re civiyaye û gotinên xwe wiha domand:

“Dema ku li ber parlamentoyê li bendê bûm, jinek ciwan hat ba min û pirsî, 'Dayê, tu ji ku hatî?' Dema ku min bersiv da, wê got, 'Bi xêr hatî.' Em hinekî din axivîn û wê got, 'Tu ewqas ji dûr hatî, tu her gav bi serpoşên xwe yên spî li meydanan î.' Bi min re bi Tirkî axivî ez jî bi Tirkî bi wê re axivîn. Dema ku wan dît ku em diaxivin, jinên din ên ciwan jî hatin û gotin, 'Bi xêr hatî.' Min ji wan re got, 'Werin û ji bo aştiyê destê xwe dirêj bikin.' Wan ji min re got, 'Çawa ku hûn kolan bi kolan, mal bi mal ji bo aştiyê dixebitin, em ê jî heman tiştî bikin.' Nêzîkatiya ciwanan min pir kêfxweş kir. Li wir di navbera me de germahiyek çêbû, heke aştî pêk were, ew germahî dê her gav hebe.”

'Werin em bi hev re pira aştiyê ava bikin'

Kewê Işik, anî ziman ku divê her kes ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike û wiha pêl da gotinên xwe: “Dema hûn serê xwe deynin ser balgiyê, li wijdanê xwe guhdarî bikin. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê. Dayîkên ku zarokên xwe nabînin hene. Bi milyonan zarokên me şehîd ketin. Bi hezaran dayîkan hestiyên zarokên xwe jî nedîtin. Tevî vê êş û kederê em destê xwe dirêjî aştiyê dikin. Me her dem aştiyê xwest, em dîsa aştiyê dixwazin. Banga min li hemû dayîkan ev e: Bila bi hev re di pêvajoyê de cih bigrin, ji bo aştiyê destekê bidin hev.”

'Gelê Kurd tiştê ku ji bo aştiyê pêwîst e kiriye'

Kewê Işik behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her dem alîgirê aştiyê ye û wiha domand:

“Daxwaza sereke ya birêz Abdullah Ocalan û mirovên xwedî wijdan, pêkanîna aştiyê ye. Bi şer û kuştinê çareserî tune ye. Çi dibe bila bibe divê biratî û yekîtî pêk were. Divê hemû kes bi sekinandina li kêleka partiya xwe, şehîdên xwe û rêberên xwe ji bo aştiyê gavan bavêjin. Ev dem dema tifaq û aştiyê ye. Devlet Bahçelî jî banga vê pêvajoyê kir û got, 'Bila birêz Abdullah Ocalan di meclîsê de cih bigre.' Piştî vê bangê, birêz Abdullah Ocalan got ku ew di her kêliyê de ji bo aştiyê amade ye. Bi banga xwe, birêz Abdullah Ocalan hemû gelê welatparêz anî cem hev. Di encama banga xwe de, PKK’ê biryar da fesih bibe û çek hatin şewitandin. Abdullah Ocalan her tiştê ku pêwîst bû kir. Kurd ji gavên pêwîst dûr neketin. Divê dewlet jî di zûtirîn demê de gavên berbiçav ber bi pêvajoya berdewam ve bavêje. Divê em bi gavan bersiv bidin. Gaveke sereke divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan be. Heta ku azadiya rêberê me neyê misogerkirin, azadiya me ne mimkûn e. Kewê Işik diyar kir ku Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoya aştiyê ye û dubare kir ku yekane riya bidestxistina aştiyê û avêtina gavan ji bo pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”

'Têkoşîna ji bo aştiyê dê berdewam bike'

Kewê Işik diyar kir ku ew ê heta aştî pêk were têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Heta îro, me di hewldanên xwe yên ji bo aştiyê de her tişt kir, me destê xwe dirêjî her kesê kir, em li her kolanê geriyan. Me soz daye zarokên xwe, rêberê xwe û welatê xwe. Weke dayîkan, em ê her tiştê ku pêwîst be bikin. Em ê her kêliyê li kolanan ji bo aştiyê biqîrin û em ê ji bo bidestxistina aştiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Kewê Işik, destnîşan kir ku divê dewlet gavan bavêje û dubare kir ku gava sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heta ku rêberê me bi gelê xwe re azad nebe, aştî çawa dikare pêk were? Divê dewlet di zûtirîn dem de gavan bavêje; em dixwazin Abdullah Ocalan di parlamentoyê de, di nava gelê xwe de bibînin. Ev daxwaza me ya sereke ye."