Daxwaza azadiya Farîba Adelkhak

Daxwazên azadiya welatiya Îran û Fransayê lêkolîner Farîba Adelkhak a ku çarşema borî di serdegirtina malê de hatî girtin dewam dikin.

 
Navenda Nûçeyan – Lêkolînera Navenda Lêkolînên Zanista Siyasetê Fariba Adelkhah roja çarşermê girtin û şandin Girtîgeha Evînê. 
Hikumeta Fransayê bi tundî nerazîbûn nîşanî jinûve girtina lêkolîner Fariba Adelkhah. Berdevkê Wezareta Karên Derve ev çalakiyên Îranê weke "kêfî û siyasî" pênase kir. Her wiha diyar kir ku girtin dibe ku 'bandoreke neyînî' li têkiliyan bike. 
Ji bo azadiya Fariba Adelkhah parkirinên li ser navnîşana #FreeFariba hatin kirin.
Wêneyê Fariba Adelkhah a ji hezîrana 2019’an ve li Îranê girtiye ji 5’ê Hezîrana 2021’an ve bi avahişa şaredariya herêmî ya Navenda Faris a Fransayê ve da leqandiye.