Daxuyaniya Dadgeha Gelan a Rojava: Dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike
Li Dadgeha Gelan a Rojava heyeta dadgehê ku beriya biryarê daxuyaniya destpêkê da, ragihand ku dewleta Tirk bi armanca qirkirinê bi awayekî sîstematîk sûcên şer û mirovahiyê pêk tîne. Dadgehê bang li civaka navneteweyî jî kir ku bikevin nava tevgerê.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-20250206-20250206-rm2l3705-jpgec4c09-image-jpg3160a0-image-jpgbc13dc-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ji ber sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, li Dadgeha Gelan a Rojava ku li paytexta Belçîka Brukselê hate avakirin, hate darizandin. Piştî rûniştina du rojan dadgehê ragihand ku ew ê biryarê di cih de nedin, lê wê biryarên destpêkê ragihînin
Piştî navbera saetekê Serokê Dadgehê biryarên destpêkê eşkere kir.
Piştî rûniştina du rojan biryara dadgehê wiha hat eşkerekirin:
"Ev daxuyaniya destpêkê ya şandeya dadgeran a danişîna 54'an a Dadgeha Gelan a Daîmî Permanent Peoples' Tribunal) ye ku di dîrokên 5-6’ê Sibata 2025’an de dewleta Tirk ji ber sûcên ji sala 2018’an heta roja me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye lê hat darizandin.
Dadgeh li ser daxwaza 9 rêxistinên li Rojava hat lidarxistin. Bersûc hatin agahdarkirin lê bersiv nedan û beşdarî danişînê nebûn.
Di serî de em dixwazin wêrekiya gelê Rojava pîroz bikin û bi taybetî spasiyên xwe ji kesên ku serpêhatiyên xwe bi me re parve kirin re dikin. Em spasiya dozger, şahid û rêxistinên beşdar bûne dikin ku delîlên berfireh pêşkeşî dadgehê kirin.
1-Kesên Şahid
Şahidên ku me guhdariya wan kirin, cezayên sîstematîk û domdar ên li ser gel eşkere kirin. Sûcên wan çi ne? Kurdbûn tê wateya avakirina civakek li ser esasên wekhevî, edalet û hevgirtinê. Armanca vî cezayî, jiholêrakirina nasname, hebûn û çanda Kurdî ye.
Li Efrîna ku di sala 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hate dagirkirin, gelê Kurd bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin. Rêjeya gelê Kurd ji sedî 90 ket ji sedî 25’an; malên wan hatin desteserkirin û li şûna wan Erebên Sunnî û Tirkmen ên ku gelek ji wan ji ber êrîşên hikûmeta Sûriyeyê reviyan, hatin bicihkirin. Mal û milkên wan bi awayekî sîstematîk hatin talankirin, tabelayên dikanan û navên kolanan kirin Tirkî, pergala postayê û pere kirin lîreyên Tirkî, zimanê perwerdehiyê ji Kurdî bû Tirkî. Erdên çandiniyê û kargeh hatin desteserkirin, pîşesaziya zeytûnan ket bin kontrola Tirkiyeyê û zeytûn ji nû ve wekî berhemên Tirkiyeyê hatin pakêtkirin û firotin.
Gelek koçberên ku ji xizmeta tenduristiyê û debarê bêpar hatin hiştin, ji neçarî li kampên Şehba yên qerebalix hatin bicihkirin. Piştî pêleke din a operasyonên leşkerî, hinek ji herêmên pevçûnê derbasî Tebqayê bûn. Li gorî şahidan 120 hezar kes bi darê zorê hatine koçberkirin ku ji sedî 40 zarok, ji sedî 40 jin û yên mayî jî extiyar û xizan in. Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne heta îro 300 hezar e.
Hin kes xwe spartin Til Rifatê, lê di Kanûna 2019’an de di encama du bombeyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve li ser zarokên ku li kolana nêzî dibistaneke li herêmeke ku bi temamî cihê sivîlan bû dilîstin, hatin avêtin de, 8 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 9 kesên birîndar bûne jî hemû zarok in. Şahidek ragihand ku kurê wî yê 5 salî hatiye qetilkirin û zarokê wî yê 7 salî jî birîndar bûye. Êrîşên bi vî rengî piştî dagirkirina Efrînê gelek caran hatine dubarekirin.
Şahidan di îfadeyên xwe de destnîşan kirin aktîvîstên siyasî û tîmên hawariyê bi awayekî kêfî hatin înfazkirin, mirov bi zorê hatin windakirin û serê sibê ji saet 09.00’an heta 17.00’ê êvarê êşkence li girtiyan kirin û qêrîna wan dihat dibihîstin Şahidek got: "Ez ê heta dawiya jiyana xwe êşa ku min di binçavan de dîtibû hîs bikim." Hat ragihandin jin û zarok bi darê zorê hatin revandin, destdirêjî li wan hate kirin, dibistan û stasyonên trênê veguherandin girtîgehên veşartî û li dadgehên di bin kontrola milîsan de edalet pêk nedihat.
2- Modela ku derketiye holê;
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê bêyî destûra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e.
Şahid nîşan dikin ku bombebarankirin, êrîşên balafirên bêmirov, hovîtiyên ku li dijî gelê sivîl hatine kirin, koçberkirina xelkê, koçberkirina bi darê zorê û guherandina demografîk, wêrankirina bi qestî ya binesaziya av û enerjiyê, zirara jîngehê, wêrankirina mîrasa çandî û saziyên perwerdehiyê, êşkence, binçavkirinên veşartî û destdirêjî, ev sûcên li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de ne û armanca qirkirinê nîşan dide.
3-Parastina Tirkiyeyê û temsiliyeta Rojava;
Tirkiye îdia dike ku operasyonên wan bi armanca “Xwe ji terorîstên li Rojava diparêzin” tên kirin. Lê ev îdîa bêbingeh e.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (MSD) ku di sala 2014’an de hat avakirin, modelek li ser esasên demokrasiya rasterast, edalet, hevgirtina etnîkî, wekheviya zayendî û rêgezên aştiyê ye. Tirkiye hewl dide rêveberiya xweser tine bike. Her wiha hate gotin ku piraniya komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, girêdayî DAÎŞ’ê ne.
4-Rewşa niha ya li Sûriyeyê;
Her çend piraniya delîlan ji 2013’an heya dawiya 2024’an in jî, geşedanên dawîn hişt ku nirxandinên li ser îro û pêşerojê bê kirin. Ji bo pêşeroja gelê Kurd girîng e ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê MSD’ê weke rêveberiyeke xweser qebûl bike û rêz li hebûn, çand û xweseriya gelê Kurd bigire.
5- Erkên civaka navneteweyî;
Haya civaka navneteweyî ji êş û azarên gelê Kurd û ji van sûcên heye, lê ti gavek berbiçav nehatiye avêtin. Ji ber ku MSD'ê ji aliyê tu dewletekê ve nayê naskirin û rêyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî jê re girtî ne, gelê Kurd nekariye li edaletê bigere. Divê civaka navneteweyî MSD'ê weke hikûmeteke demokratîk qebûl bike û Tirkiye êrîşên xwe yên rasterast û nerasterast rawestîne. Ger ev neyê kirin, diyar e ku li Rojava pêşî li qirkirinê neyê girtin.