'Dawî li pêkanînên nîjadperest ên li dijî zarokan bînin'

Di daxuyaniya hevpar a ku li Amedê di çarçoveya 4'ê Hezîranê Roja Zarokên Mexdûrên Şer a Navneteweyî de hat dayîn de, careke din hat xwestin ku mafên zarokan bên parastin.

Amed-Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî, Komeleya Xebatkarên Zarokan, Komeleya Hêviyan a Rengarenk, Komeleya Ji bo Zarokan Edalet û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê a Şaxa Amedê bi boneya 4’ê Hezîranê Roja Zarokên Mexdûrên Şer a Navneteweyî daxuyaniyek hevpar dan. Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. 

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî di sala 1982’yan de ji bo li qadên şer parastina her cûre mafên zarokan Roja Zarokên Mexdûrên Şer a Navneteweyî ragihand. 

Li Kurdistanê kuştina zarokan

Berfîn Elçî di daxuyaniyê de bal kişand ser şerê li Kurdistanê ji 40 salî zêdetir e didome û di vî şerî de bi sedan zarok ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kuştin. Berfîn Elçî destnîşan kir ku di lêpirsîn û dozên leşker û polîsên ku zarokan kuştine hatine vekirin de jî faîl ango kujer bêceza hatine hiştin. Berfîn Elçî diyar kir ku hê jî şer didome û di şer de mafê jiyanê yên zarokan û her cûre mafên wan tê binpêkirin û berê jî mafên bi hezaran zarok hatin binpêkirin. 

Banga parastina mafê zarokan

Elçî di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ji bo mafên zarokan rêz kir û bang li rayedarên Tirkiyeyê û saziyên navneteweyî kir ku ji bo her cure parastina mafên zarokan tevdîrên mîsogeriyê bigire û dawî li sepanên nijadperest û cihêkariyê yên li dijî zarokan bê anîn.