Darizandina Berdevka Partiya DEM'ê Ayşegul Dogan hat rawestandin

Di danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Berdevka Partiya DEM'ê û parlamentera Şirnexê de hatiye vekirin biryar hate dayîn ku ji ber parêzbendiyê darizandin bê rawestdandin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM'ê) Ayşegul Dogan de bi îdiaya di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye ji “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Ayşegul hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê bi sedema “lêkolîna kêm hatiye kirin” biryar xera kir. Danişîna dozê ya piştî xerakirina biryarê jinûve dest pê kiribû îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Di danişînê de parêzerên Ayşegul, Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen amade bûn. Parêzeran ji ber Ayşegul di hilbijartina 14’ê Gulanê de weke parlamenter hate hilbijartin xwestin ku di çarçoveya xala 83’yemîn a destûra bingehîn de darizandina Doganê were rawestandin. 

Dozger xwest darizandin bidome 

Dozger li dijî daxwaza rawestandina darizandinê xwest ku ev daxwaz were redkirin. 

Parêzerê Doganê Mehmet Emîn Aktar biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Leyla Guven û Omer Faruk Gergerlîoglû dabûn bi bîr xist û anî ziman ku divê darizandin were rawestandin. Akar her wiha bi bîr xist ku 8’emîn û 9’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê derbarê 2 dosyayên cuda de biryara rawestandinê dane û xwest derbarê darizandina derbarê muwekîlê wan de bê rawestandin û şertên kontrola edlî bê rakirin.  

Darizandin hat rawestandin

Şandeya dadgehê ku daxwaz nirxand biryar da ku darizandina Doganê bê rawestandin û şertên kontrola edlî yên tên pêkanîn bên rakirin.