‘Daristanên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer dibin hedef’

Endezyara çandinî û seroka Komeleya Kurdistana Şînkatî Şadan Ebubekir der barê şewata ku li başûrê Kurdistanê zêde bûye de wiha got: “Divê pirsgirêka siyasî were çareserkirin, da ku êdî navçeyên çandiniyê û daristanên Kurdistanê nebin hedef.”

Silêmanî- Di van salên dawî de şewatên zevî, daristan û çiyayan, li başûrê Kurdistanê gelek zêde bûne. Navçeyên çiyayî ketine ber êrişên dewleta Tirk û rejîma îslamî ya Îranê, ev jî dibe sedem ku jîngeh xirab bibe û bandorek neyînî li jiyana mirov û zindiyan bike.

‘Sedema şewatê siyasî ye’ 

Endezyara Çandiniyê û Seroka Komeleya Kurdistana Şînkatî Şadan Ebubekir diyar kir ku niha şewata zevî û daristanan zêde bûye, hinek sedem li pişt vê zêdebûna aşewatê ne û wiha got: “Daristan ji şewatê re destdayî ye. Divê werin parastin. Ji ber mirov û zindî bi jîngehê dikarin jiyana xwe berdewam bikin. Kurdistan her dem rastî bûyerên xwezayî tên, sedema şewatê zêdetir bi destên mirovane. Kurdistan hevsînor e û welatên cîran nebûne dostên Kurdan. Heta niha jî bi berdewam êrişê jîngeh û xwezaya xaka Kurdistan û zeviyên çandiniyê û navçeyên çiyayî dikin. Ji ber wê sedemên şewatê siyasî ne û dewletên derdorê li pişt e.”

‘Divê şewat zû were kontrolkirin’

Şadan Ebûbekir da zanîn ku divê gel were hişyarîkirin û got: “Divê bi riya hişyarkirina civakê em daristanên xwe biparêzin. Asta rewşenbîriyê bilind bikin da ku nifşên pêşerojê ji jîngeh û xwezaya xwe hez bikin û biparêzin. Divê rêveberiya polîsên daristanê zêdetir ji bo parastina jîngehê kar û çalakiyan bikin. Ew karesat, di dema şewatê de pêwîst e zû were kontrolkirin. Ji ber şewata navçeyên cuda yên Kurdistanê me weke Komeleya Kurdistan Şînkatî û rêxistinên jîngehê, çend daxwazname dan  Neteweyên Yekbûyî, da ku rêgiriyê li destdirêjiya jîngeha Kurdistan û bombebarana navçeyên sînorê me ji aliyê dijminê Kurdistanê ve bikin lê belê heta niha weke pêwîst kar jê re nayê kirin.”

‘Em bi hev re dikarin jîngehê biparêzin’

Şadan Ebûbekir destnîşan kir ku nebûna zagonan dibe sedemê ziyan gihandina jîngehê û wiha got: “Zagonên gelek baş ên jîngehê hene lê belê li dadgehê kesê ku ceza digre bi hinek pere xwe rizgar dike. Bi dayîna ceza, jîngeh dikare were parastin. Ji derveyî wê jî komek rêxistinên parastina jîngehê hene, niha kar û çalakî ji bo zêdekirina hişyarî, xweşikirin û parastina jîngehê kar dikin. Ger ev çalakî berdewam bikin û polîsên daristanan melzemeyên taybetî yên agirkujî û parastina jîngehê dabîn bikin, bi hev re em hemû dikarin jîngehê ji hemû rewşên neyênî biparêzin.”

‘Divê malbat zarokên xwe perwerde bikin’

Şadan Ebûbekir wiha behsa çareseriya ji bo parastina xaka Kurdistanê kir û wiha got: “Divê em di daxwazên xwe de bi îsrar bin ku êdî Kurdistan nebe hedefa welatên cîranê Kurdistanê. Divê pirsgirêkên siyasî bi riya danûstandinê were çareserkirin. Jîngeh milkê hemû civakê ye divê bi hemû çîn û baweriyan were parastin. Ji ber ger jîngeh tune bibe, jiyana mirov û zindiyan radiweste. Ji ber wê divê asta hişyariya xelkê zêde bikin. Divê hişyarkirin ji malbatê dest pê bike divê hestên girîngîdayîna berpirsyariya her kes civakê ji bo parastina jîngehê  zêdetir bibe. Divê dayik perwerdeya jîngehê bide zarokên xwe û hezkirina xwezayê zêde bikin.”