Danûstandinên Îran û Emerîkayê bê encam bi dawî bûn

Danûstandinên krîtîk ên di navbera Îran û Emerîkayê de li Îslamabadê ku 21 demjimêran domiyan, negihîştin encamê. Îranê diyar kir ku di "atmosferek bêbawerî" de hatine kirin, Emerîkayê ragihand ku pêşniyara wê ya dawî hatiye redkirin.

Navenda Nûçeyan – Danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ku li Îslamabada paytexta Pakistanê hatin lidarxistin, ji ber ku alî li ser mijarên bingehîn nikaribûn li hev bikin, bêencam bi dawî bûn. Piştî çend demjimêran ji danûstandinên dijwar, bi daxuyaniyên Tehran û Washingtonê eşkere bû ku pêvajoya dîplomatîk di bin siya bêbaweriyeke kûr û nakokiyên cidî de dimeşe.

Li gorî agahiyên ji çapemeniyê re hatine dayîn, civîn 21 demjimêran domiyaye. Nakokiyên sereke li ser daxwaza Îranê ya kontrolkirina Tengava Hurmuzê û redkirina Tehranê ya radestkirina depoyên uranyuma dewlemendkirî bûn. Di heman demê de, Reutersê ragihand ku her çendî danûstandin bi ser neketin jî herdu aliya piştgiriya parastina agirbesteke demkî kirine û hinek mijar ji bo nîqaşên pêşerojê hatine hiştin.

'Rawestandina tevahî ya şer hat nîqaşkirin'

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal behsa hevdîtinan kir û diyar kir ku ji bo şandeya Îranê rojek tije û dirêj bûye û mijarên sereke yên nîqaşê Tengava Hurmuzê, mijara nukleerî, tezmînatên şer, rakirina dorpêçan û rawestandina tevahî ya şerê li dijî Îran û herêmê bûne. Îsmaîl Bekayî got: “Serkeftina vê pêvajoya dîplomatîk bi cidiyet û niyeta baş a aliyê din, bi dûrketina ji daxwazên zêde û daxwazên neqanûnî, bi qebûlkirina maf û berjewendiyên rewa yên Îranê ve girêdayî ye.”

Di heman demê de tekez kir ku wan binpêkirina soz û kiryarên xerab ên Emerîkayê ji bîr nekirine û ew ê sûcên giran ên ku ji hêla Emerîka û Îsraîlê ve hatine kirin efû nekin.

Nayê zanîn ka wê danûstandin berdewam bikin an na

Îsmaîl Bekayî ku ji televîzyona dewletê ya Îranê re jî axivî, wiha got: "Ev danûstandin di atmosfereke ku ne tenê bi nebaweriyê, di heman demê de bi guman û gumanê jî serdest bû de çêbû. Piştî şerekî 40 rojî pêk hat. Ev cara duyemîn e di nava neh mehan de ye DYA û Îsraîl di nava pevçûnê de ne. Ji ber vê yekê, xwezayî ye ku di civînek de tu rêkeftin neyên kirin. Di her rewşê de, kes li bendê nebû ku rêkeftinek wisa çêbibe."

Der barê berdewamkirina danûstandinan de tu daxuyanî nehat dayîn.

'Em bê peyman vedigerin'

Cîgirê Serokê Emerîkayê JD Vance, di daxuyaniyek de piştî hevdîtinên Emerîka-Îranê got ku Îranê tercîh kiriye şertên Emerîkayê qebûl neke û got: "Em qet negihîştine xaleke ku Îranî amade bin şertên me qebûl bikin. Em pir nerm bûn, em lihevhatî bûn. Îranê tercîh kir ku şertên Emerîkayê qebûl neke. Em bê peyman vedigerin Emerîkayê.”

JD Vance her wiha diyar kir ku Îranê soza ku der barê mijarên sereke de dixwest nedaye. JD Vance got: "Em ji vir bi pêşniyarek pir hêsan, pêşniyarek dawî û çêtirîn, bi mutabakatek yê têgihîştinê derdikevin. Hê nayê zanîn ka Îranî wê qebûl bikin an na.”