Danişîna doza kujerên Hamdiye Şik taloqî adarê kirin

Danişîna doza kujerên Hamdiye Şik û lawê wê Kadîr Karaaslan taloqî 18’ê Adarê hat kirin.

Amed - Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve, sercerdevan Mahmût Karaaslan tevî 5 kurê xwe êrişî hevjîna xwe ya bi mehra mele Hamdiye Şik 61 salî û kurê wê Kadîr Karaaslan ê 26 salî kirin û ew kuştin. Danişîna doza ku 4 jê girtî ne û 7 kes jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
Di danişîna parêzer û ferdên malbatê amaedebûn de kujerên berdayî ji dadgeha Bismilê û bersûcên girtî jî ji girtîgeha Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Dadgehê destûr neda rojnamevan dozê bişopînin. Serokê esil ê dagehê ji ber problemên xwe yên tenduristiyê beşdarî dozê nebû, ji ber vê yekê di dozê de biryar derneket û taloqî 18’ê adarê hat kirin.