Danişîna doza endama Komeleya Jinan a Rosayê hat taloqkirin

Danişîna doza Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn taloqî 28'ê Îlonê hat kirin.

Amed - Danişîna 6'emîn a Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fatma û parêzerê xwe Şeyhmus Bayhan li daneşînê amade bûn. 

Heyeta dadgehê, diyar kir ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Fatmayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û gotin ku ji bo aqûbeta lêpirsînê hîn bibin wê ji dozgeriyê re muzakere bê nivîsandin.

Dadgehê danişîna piştî vê taloqî 28'ê Îlonê kir.