Danişîna Çeteya Yenîdoganê di raja 5’emîn de ye
Dadgehkirina çeteya Yenîdoganê ket roja xwe ya 5’emîn. Ji 18 kiryarên ku hatin darizandin, kesên weke rêveber û pêşengên rêxistinê di navbera wan de hene tê payîn ku îfadeyên xwe bidin.
Navenda Nûçeyan – Danişîna 'Çeteya Yenîdoganê' ya ku ji bo ji SSK'ê pere bigre di beşên unîteyên nexweşxaneyên taybet de bû sedema mirina herî kêm 10 pitikan di roja 5'emîn de ye.
Di danişîna ku li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin de 22 jê girtî 47 kiryar tên darizandin. Di 4 rojên ewil de li 18 kiryarên girtî hat guhdarîkirin, rêveber û pêşengên rêxistinê û yên tên darizandin dê di danişîna îro de îfade bidin.
Danişînê bi xebatkarê servîsa lezgîn a 112 Giyasettîn Mert Ozdemîr ku ji sûcê rêxistinkirina sûc hatiye darizandin dest pê kir.
Ji bo kiryaran bi sedan sal ceza tê xwestin
Di îdianameyê de, der barê Firat Sari û Îlker Gonen de bi sûcên 10 car “ji ber xemsariya kuştina bi qestî” , “bi armanca sûc avakirina rêxistinê” 11 car “di belgeyên fermî de sextekarî” tên xwestin ku were cezakirin. Ji bo her du kesan ji 177 sal û 6 meh heta 582 sal û 9 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
Der barê ajokarê ambulansê Giyasettîn Mert Ozdemîr de ji sûcên “ji ber xemsariyê kuştina bi qestî”, “daneyên şexsî bêhiquqî ketina dest” , “Sextekarî ji bo zirara sazî û rêxistinên giştî”, bi armanca sûc, avakirina rêxistinê” û di belgeyên fermî de sextekarî” Ji 180 sal heta 589 sal û 9 meh cezayê girtîgehê; ji bo 18 kesan bi îdiaya "ji ber xemsariyê kuştina bi qestî" di navbera 10 û 437 sal û 6 mehan de cezayê girtîgehê tê xwestin.