Dagirkeriya Rusyayê ya li ser Ukraynayê di roja 28’emîn de ye

Li Ukraynaya ku Rûsyayê bombebaranê li ser zêde kiriye sîvîlên li Kiev, Herson û Mariupolê bi karesatek mirovî re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Dagirkeriiya Rusyayê ya li ser Ukraynayê di roja 28’emîn de berdewam dike. Kiev, di bin êrîşên mezin ên Rusyayê de ye. Nêzî nîvê welatiyên Kievê bajar terikandin lê hê 2 milyon kes li Kievê dijîn.

Tê payîn ku kesên li Kievê mane bi riya korîdora mirovî dikarin jê derbikevin. Her wiha tê payîn ku kesên ji welatê xwe dernakevin parastina li hemberî Rûsyayê hildibijêrin. Kiev du roj in di bin êrîşên Rûsyayê de ye. Gelek kes li ewlegehan têkoşîna jiyanê didomînin. Qedexeya derketina derve ya li Kievê hatibû îlankirin îro bi dawî bû. Tê payîn ku rojnamevanên li heremê, li qadên pevçûnê mane. Ji aliyê din ve dîmenên nû yên ji peykê hatiye kişandin asta hilweşîna li Ukraynayê bi awayekê ber bi çav radigihîne. Ji korîdorên mirovî neqla mirovan berdewam dike. Rusya û Ukrayna, li hemberî hev tawanên wisa dikin ku êrîş dibin ser konvoyên li korîdora mirovî û wan dîl digrin.

Mariupol wêran bû!

Yek ji bajarên ku li ukreynayê hilweşandina herî mezin dijî Mariupol e. Li vê derê tê payîn ku hemû hewldanên alîkariya mirovî ya Ukraynayê rastî astengiyan tên. Tê payîn ku Rûsya dest datîne konvoyên mirovî yên hewl didin bikevin bajêr. Rojnamevanên wê derê destnîşan dikin ku li wê derê gel bi zehmetiyan re rû bi rû ye û bi taybetî jî pêdiviyên wan ên ava paqij û xwarinê hene. Ruxmê hemû xeteran û bûyîna hedefa aşkere hewl tê dayîn ku di derfetên zehmet de sivîlên vê derê werin derxistin. Li gorî hin agahiyên ku tên girtin, li bajêr nêzî 100 hezar kes hene.

 “300 hezar şêniyên Hersonê karesatê dijîn”

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê Oleg Nikelonko, da zanîn ku bajarê Herson ê di bin dorpêça artêşa Rusyayê de ye, bi karesatê re rû bi rû ye. Di daxuyaniya ku li ser medyaya mecazî hat dayîn de hat destnîşankirin ku hêzên artêşa Rusyayê Hersonê dorpêç kirine û wiha hat gotin: “300 hezar şêniyên Hersonê ji ber dorpêça artêşa Rusyayê bi karesatek mirovî re rû bi rû ne. Kêm maye derman û xwarina li Hersonê xilas bibe. Lê Rûsya ji bo neqla sivîlan vekirina korîdorên alîkariyê red dike.”

Ji Zelenskiy daxuyaniya lihevhatinê

Serokê dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bang li Putîn kir ku hevdîtina rû bi rû pêk bînin û da xuyakirin ku ji bo statuya Kirim, Luhansk û Donetskê ew ji hevdîtinê re amade ne. Zelenskiy di hevpeymana xwe ya di televîzyonên Ukraynayê de hat weşandin de destnîşan kir ku ew ji bo rojavayê di mijara NATO’yê de nizane wê bi Ukraynayê çi bike, ji bo Ukraynayê ku dixwaze xwe bixe bin ewlehiyê de û ji bo Rûsyaya ku naxwaze NATO hîn firehtir bibe lihevhatinek e. Zelenskiy da zanîn ku muzakereyên bi Rûsyayê re bi awayekê ‘zehmet’ û ‘bi nîqaşan’ berdewam dike.

Serokên 30 welatên NATO’yê, ji bo nîqaşkirina rewşa ku piştî êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê derket holê û sekna NATO’yê ya demdirêj a li Rojhilatê Ewropayê dê sibê li hev bicivin.

WHO: Ji bo tenduristiya ruhî pêdivî bi piştgiriyê heye

Rayedarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Polonyayê da zanîn ku piştî dagirkeriya Rûsyayê şûnde ji bo 500 hezar kesên ku ji Ukraynayê reviyane di serî de travma, ji bo pirsgirêkên tenduristiya ruhî pêdivî bi piştgiriyê heye. Rêxistinê da zanîn ku 30 hezar kes jî bi awayekê pir cidî ji şer bi bandor bûne.

Berpirsiyarên tenduristiyê destnîşan kirin ku kesên nû hatine welat li gel pirsgirêkên tenduristiya ruhî, ji westandina pir zêde û bêavbûnê giliyan dikin û gelek kes jî bêyî ku dermanên wan hebe bi rojan bi rê ve çûne zehmetiyan jiyane.