“Dagirkerî dixwaze derbeyek li pergal û destkeftiyên jinan bixe”

Komxebata bi navê “Şêwra Jinên Kurd a Rojava” ku bi pêşengiya Kongreya Star li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk tê lidarxistin bi beşa duyemîn de li ser helwesta jinan a li dijî dagirkeriyê berdewam dike.

Qamişlo-Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivîna bi navê “Şêwra Jinên Kurd li Rojava” a ku bi pêşengiya Kongreya Star li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk tê lidarxistin bi beşa duyemîn li ser helwesta jinan li dijî dagirkeriyê berdewam dike. Piştî ku beşa yekem li ser pêşketin û guhertinên siyasî di cîhan û Kurdistanê de hat nirxandin her wiha rêxistinên jinan ên derve bi riya zoomê tevlî şêwrê bûn û nêrînên xwe anîn ziman, şêwra jinan bi nîqaşên girîng berdewam kir. Nîqaşên ku hatin kirin bal kişandin ser rola jinan di qada siyaset û parastina li dijî dagirkeriyê de. Her wiha bandora siyaset û şeran bi taybetî li ser jinan û civakê şîrove kirin. Jinan kêfxweşiya xwe bi mizgîniya hatina şoreşa jinan anîn ziman û destnîşan kirin ku ew riya çareseriya herî guncav bû ji bo pirsgirêk û doza jinan di nav tevlîiheviya siyasî de di tevahî Rojhilata Navîn de. Niha beşa duyem li ser helwesta jinan li dijî dagirkeriyê berdewam dike.

Beşa duyem ji şêwra jinên Kurd li ser helwesta jinan a li dijî dagirkeriyê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah û Endama Komîteya Amadekirina Sêyemîn Konferansa Jinên Kurd Narîn Metînî ve hat nîqaşkirin.

Li hember hemû siyasetên qirkirinê helwesta jinan her zindî ye

Narîn Metînî bal kişand ser dubarebûna siyasetên qirkirinê li dijî jinan ji dîrokê ve heya roja îro û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Jin bingeha civakê ne û civakê ber bi guhertinan ve dibin. Sîstemên serwer pêşengiya civakê bi destên jinan girtin û hîiştin bêdandor bimînin, wisa siyasetên desthilatdariyê di roja îro de bi pêş ketin. Di roja îro de sîstemên dijberî jinan heman siyasetê didin meşandin û jinên çêkir bê rol pênase dikin. Li hember hemû siyasetên qirkirinê helwesta jinan her zindî bûye lê ew derfeta ku riya azadiyê ji wan re veke tunebû. Rûmeta jinan tehemul nake dagirkerî li ser axa wan pêk were ji bo wê her dem jin aştiyê bi xwe re tînin û li ber xwe didin.”

Yekbûna helwesta jinên Kurd li hemberî dagirkeriyê cihê rûmetê ye

Asya Abdullah têkoşîna jinan a li hemebr hemû rengên qirkirinan nirxand û wiha got: “Em hemû jinên têkoşer li qadên berxwedanê û jinên li hemberî dagirkeriya dewleta tirk dengê xwe bilind dikin silav dikin. Em di qonaxeke pir dîrokî re derbas dibin nirxên ku bi pêşengiya jinan hatine avakirin gihîştine asteke herî bilind. Têkoşîna jinên Kurd li Kurdistanê û derveyî welat em beşek ji têkoşîna azadiya jinan pênase dikin. Tecrube, ked, rêxistinbûyîna jinan di asta cîhanî de, gel û tevgerên jinan jê hêzê digirin. Berxwedana jinan li hemberî sîstemên desthilatdar nirxeke pîroz e. Ji qirkirina fîizîkî, çandî û êrîşên li ser nasnameya jinan tên kirin, jinan dikaribûn her li hember wan têbikoşin. Keda jinan dihat windakirin û inkarkirin ev hemû li dijî sîstemên jinan tên meşandin. Li hemberî paşverûtiya li ser civakê tê meşandin ku dixwazin çanda jinan lawaz bikin, pêwîst e em têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Yekbûna helwesta jinên Kurd li hemberî dagirkeriyê cihê rûmetê ye. Bi qirkirina di şexsê jinên Kurd de hewl dide encam bigre û li hember wê cîhan bêdeng e. Wek tevahî tevger û rêxistinên jinên Kurd hevgirtin erka me ye. Hebûna gelê Kurd bi hebûna jinên Kurd heya roja îro hatiye. Ji bo berjewendiyên Kurdistanê em têkoşîna xwe dimeşînin û dengê xwe bilind dikin. Di warê siyasî de divê em bi roleke pêşeng rabin ji ber di dîroka jinên Kurd de xebatên gelekî girîng hatine meşandin. Hêviya me bi hêz û baweriya jinan heye û em ê bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabin.”

Li Başûrê Kurdistanê jî qirkirinek li dijî jinan heye

Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê Ronak Mecîd qirkirinên li ser jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê tên meşandin nirxand û wiha bi nêrîna xwe beşdarî şêwra jinan bû: “Rewşa jinan li hemû cîhanê û Kurdistanê yek e. Jinên ku têkoşîna xwe berdewam dikin ji bo qezenca azadiya xwe em silav dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî qirkirinek li dijî jinan heye û rojane rastî kiryarên bêexlaqî tên. Jin di rewşeke aborî ya xerab de dijîn her wiha kuştina jinan di rêjeyeke bilind de ye û rewş diyar dike ku civak ber bi hilweşandinê ve diçe. Ger heya roja îro herêmeke Kurdan xwedî statu jin tê de werin kuştin ev cihê şermezariyê ye. Dagirkerî statuya Başûrê Kurdistan hildiweşîne û dixwaze derbeyekê li sîstema jinên Başûrê Kurdistanê bixe. Ya girîng îro em weke jin hilkeftin û yekrêziya xwe ava bikin da em bikaribin jinan bigihîjînin azadiya mayînde.”

Şêwra jinan bi nîqaşên jinên beşdarvan berdewam dike…

Di saetên pêşiya me de wê encamnameya komcivîna “Şêwra Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.