Dadgeha Îranê 10 sal cezayê girtîgehê da mamoste Soma Pur Mihemedî

Dadgeha rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê û dûrxistina ji kar li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî birî.

Navenda Nûçeyan-Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê  Dadgeha Inqilab a rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê û dûrxistina ji kar li Soma Pur Mihemedî birî. Mamosteya zimanê Kurdî û endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn, bi sûcê ‘avakirina deste û koman ji bo têkdana ewlehiya Îranê’ tê sûcdarkirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî beriya niha jî ji ber sûcê ‘têkdana ewlehiya giştî’ salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.