DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Seroka Giştî yê DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû ya serdana Malbata Şenyaşar kir got,“Daxwaza malbate ya edalet, maf û hiqûqê di heman demê de daxwazek ji bo paşeroja vî welatî ye” û diyar kir ku di nava piştevaniyê de ne.

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 609’an de berdewam dike.

Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû û endamên desteya rêveberiyê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Hemû Tirkiye şahidiya berxwedanê kir’

Arzu Çerkezoglû ya di nobeta edaletê de, wiha got: “Ev têkoşîn pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê bi şênberî radixe pêş çavan. Li vê derê hovîtiyek hate kirin, Tirkiyeyê jî şahidî ji pêvajoya piştî vê komkujiyê re kir. Li hemberî vê neheqiyê Emîne Şenyaşar û malbata wê li ber xwe dide, daxwaza wan a li ser maf, hiqûqê di heman demê de daxwazek ji bo paşeroja vî welatî ye. Bi navê çîna karker, bi navê DÎSK'ê em vê dibêjin; heta ku demokrasî nebe edalet û mafê kedê jî nabe. Em dibêjin ku demokrasî û edalet nanê karkeran e. Em zanin ku heta mafê kedê nebe demokrasî û edalet jî nabe."

Em ê şopdarên dozê bin’

Arzu Çerkezoglû, diyar kir ku hemû têkoşînên heq û hiqûqê ku li dijî neheqiyê tên dayîn têkoşînên DÎSK’ê ne jî û wiha berdewam kir: “Em ê li cem hemû têkoşînên edaletê bin û piştevaniya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em ji vir careke din sersaxiyê ji malbata Şenyaşar dixwazin û dibêjin ku di vê têkoşîna birûmet de li cem têkoşîna wan a edaletê ne û em ê şopdarên dozê bin.”

Emîne Şenyaşar a tiştên qewimîn bi bîr xistin û xwest kurê wê Fadil Şenyaşar ê 4 sal in di girtîgehê de ye were berdan. Piştî axaftinan pirtûka Alî Orûç a bi navê “Edalet” ku têkoşîna malbatê weke mijar digire dest diyarî Arzu Çerkezoglû hate kirin. 

"Dê dewleta hiqûqê bi serbikeve!"

Malbata Şenyaşar li hesabên xwe yên medyayê dîmenên serdanê zêde kir û ev parvekirin kir: “Ev 609 roj in em li edliyeya # Rihayê ne. Hemû kesên ku dibêje mirov im xwedî têkoşîna me ya bi mafdar derket. Roja ku edalet pêk em ê bi ser nekevin, dê dewleta hiqûqê bi serbikeve.” peyama xwe parve kir.