CPT: Tecrîda li Îmraliyê mijareke ku bala me li ser e

Sekreterê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê Hûgh Chetwynd, diyar kir ku bala wan li ser tecrîda li Îmraliyê ye, ew ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku hefteya derbasbûyî wan bi parêzerên Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine.

Navenda Nûçeyan- Rewşa agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 38 meh li pey xwe hişt. Tevî gelek bangawaziyan jî heta niha Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdanên xwe yên li Girtîgeha Girava Îmraliyê eşkere nake.

CPT’yê rapora xwe ya salane li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV’yê têkildarî Îmraliyê pirsek kir. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke şênber neda û ji vê rewşê rayedarên Tirk berpirsyar dît.

‘Em li ser wê mijarê disekinin’

Hûgh Chetwynd, wiha got: "Her gava ku em serdana Tirkiyeyê dikin, li ser van pirsgirêkan em bi rayedarên Tirk re dikevin nava diyalogê. Ev yek diyalogeke taybet (veşartî) ye. Mijareke ku komîte bi baldarî li ser disekine ye. Me dixwest em rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya sala 2022'an eşkere bikin. Yên ku biryarê bidin dê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk in. Mijareke ku em ji nêz ve dişopînin e. Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên birêz Ocalan re hevdîtin kir. Mijareke ku bala me li ser e. Dema ku me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku CPT'yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022'an eşkere nekiriye. Her wiha Sibata 2024'an çû Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekiribû. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî sê sal in agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatê her hefte tên kirin lê belê bêbersiv dimînin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber tê meşandin

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd' ji 27'ê Mijdara 2023'an ve di çalakiyê de ne. Xizmên girtiyan jî bi mehan e di çalakiya nobetê de ne.