CPT: Herdu zarok ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) bi daxuyaniyeke ragihand ku 2 zarokên li Bamernê hatibûn qetilkirin, ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) bi daxuyaniyeke encama lêkolînên li ser kuştina 2 zarokên li Bamernê ragihand û da zanîn 2 zarokên bi navê Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin. CPT’yê di daxuyaniyê de wiha got: “Li gorî belgeyên bi destê me ketî û herêma ku êrîş lê pêkhatî, derdikeve holê ku egera herî zêde êrîş ji aliyê dewleta tirk ve pêkhatiye.”

 

“Roja ku êriş pêkhat dengê balafiyên keşfê dihatin”

CPT’iyê di dewamiya daxuyaniyê balkişand ser agahiyên malbatên zarokan û wiha got; “Malbatên her 3 zarokan dibêjin, wê roja ku êriş pekhatî, hertim dengê balafirên bê mirov ên dewleta tirk ku li ser wê herêmê digeriyan, dibihîstin. Yanî balafir li ser cihê festîvalê digeriyan, cihê festîval lê pêkhatî jî, tenê 800 metre ji baregeha dewleta tirk ya li Bamernê dur bû.”

“Bi qest cihê festîval hatiye hedefkirin”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişa bi topan ya dijî cihê leyîstina zarokan û gerana balafiran di yek demî de bû. Gorî me bi qest festîval hatiye hedefkirin û xwestin ziyanên canî çêbibin. Çiyayê Metîna ku tê gotin top ji wir ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin jî, niha dibin desthilatdariya leşkerên tirk û Hikumeta Herêma Kurdistanê de ye.”