CPT derbarê êrişên dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de raporek weşand

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) bi raporekê ragihand ku di nav mehekê de ji ber êrişên dewleta tirk ên ser herêma Kurdistanê, 3 jê zarok 5 welatî jiyana xwe jidest dane û 15 hemwelatî jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Di 17’ê Nîsanê de dewleta tirk a dagirker bi navê oparasyona Çengê Kilît êrîşî ser xaka Başûrê Kurdistanê bi taybet herêma Şêladiz, Amedî, Dêralok û çiyayê Kurujaro kir. Armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û li van hereman firehkirina desthilata xwe ye. Lê belê planên dewleta tirk a li hemberî berxwederên azadiyê têk çû.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) derbarê êrişên dewleta Tirk de, raporek belavkir. Rêxistina CPT ziyanên ku di encama êrişên dewleta tirk de rû dane bi rêya raporê aşkere kir.

Li gor raporê, ji dîroka 21’ê Gulanê heya 21’ê Hezîrana 2022’an, ji ber operasyonên dewleta tirk ên li ser xaka herêma Kurdistanê, 3 jê zarok 5 welatî jiyana xwe jidest dane û 15 welatî jî birîndar bûne. Piştî êrişên esmanî yên di 21’ê Gulana 2022’an yên ser bi gundê Tuteqel ya li qezaya Çemçemal û şehîd xistina du welatiyên sivîl, niha 8 malbatan ji ber bombebarana dewleta tirk gundên xwe vala kirine.

Dewleta tirk baregehên xwe zêde kirine

Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin: “Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona xwe ya dawî de, 4 baregehên leşkerî li herêmên Avaşîn û Zapê ava kiriye. Ji 16’ê Hezîranê ve jî hewl didin baregehek din li ser çiyayê Kurojaro ava bikin.”

Li gorî belgeyên bi destê CPT ketine, bûyera 26’ê Gulana 2022’an ya li Bamernê ku 3 zarok di encamê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye û da zanîn ku leşkerên tirk ji baregehên xwe gundan topbaran dikin, rojane raste rast gule di berdin gundan û her wiha da zanîn ku di nav 3 rojan de ango ji 15 heya 17’ê Hezîrana 2022’an, 5 welatî li Derkar, yek jî li Kanî masî ji ber êriş û topbaran dewleta tirk birîndar bûne.