‘CPT bi xwe piştgirî dide polîtîkayên tecrîdê yê dewleta Tirk’

Ev 3 sal û nîv e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Jinên Ezidî bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin ku CPT piştgirî dide dewleta tirk ku tecrîda li ser Ocalan girantir bike.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Ev 25 sal derbas bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê di zindana Îmraliyê de ye û ev zêdetirîn 3 sal in jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev 3 sal û nîv e parêzer û malbata Ocalan nikarin pê re hevdîtinê bikin, her carê daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran bi hincetên cuda ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin. Agahî negirtina ji Ocalan gelê kurd di serî de gumanan di serê herkesî de da çêkirin.

Ji aliyê din ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê pêngava bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin. Ji hunermend, wejevan, siyasetmedar, aktîvîstên mafên mirovan, xelatgirên Nobelê û gelek kesên derdorên cuda piştgirî dan pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan. Her wiha Şengalê jî bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî Ji Şengalê re xweserî’ tev li pêngava azadiyê bibû.

Di çarçoveya vê pêngavê de li seranserî cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin û hê jî pêngav bi rê û rêbazên cuda didome.

Derbarê tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û endama Meclisa Xweser a Gundê Borikê Welat Cano ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîya Ocalan çi ji destê wan were bikin.

‘Ew Rêberê gelan e’

Endama Meclisa Xweser a Borikê Welat Cano da diyarkirin ku piştî fermanê fikrê Rêberê Gelê Kurd ew bihêz bûne û wiha got: “Ev 25 sal in Rêber Apo di zindanê de ye, zilm û zorî li ser tê meşandin. Kes nikare weke Rêber Apo 25 sal di zindanê de bimîne. Her wiha ev bû zêdetirîn sê sal in hevdîtin pê re nayê çêkirin, ne parêzer û ne jî malbat nahêlin hevdîtin pêre were çêkirin. Lazim bu ku ev tişt nehatiba qebûlkirin. Di zindanê de neheqî tê meşandin, hemû dewletan xwe kirine yek. Em jî weke jinên Êzidî rabin ser piya û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bigihînin her derê cîhanê. Çima ev di zindanî kirine û nahêlin hevdîtin pê re were çêkirin, ji ber ji fikrên wê ditirsin. 74 ferman bi serê me de hatin û piştî fermana 3’yê Tebaxê me fikrê Rêber Apo nas kir û em li ser vî fikrî hatin perwerdekirin û em pêş ketin. Bangewaziya me ji her mirovek re heye li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Niha bi milyonan însan li pey fikrê Rêber Apo ne, Rêber ne însanek ji rêzê ye, ew Rêberê gelan û civaka ne.”

Bangawaziya çalakiyan

Welat Cano daxwazî ji miletê Êzidî kir ku li hemberê tecrîdê rabe ser piyan û ev tişt anî ziman: “Piştî naskirina fikrê Rêber Apo em jinên êzidî rabûn ser piyan, me parastina xwe kir û me xwe perwerde kir. Em ê heta dawiyê li ser fikrên Rêber bin û em ê li ber xwe bidin. Bangewaziya me ji her jin û ciwanek Êzidî heye ku rabin ser piyan û ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan li dar bixin.”

‘Ji fikrên Rêber Apo ditirsin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî bal kişand tecrîda li ser Abdullah Ocalan û da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li ser hemû gelan e û wiha nirxand: “Ji ber ku ji fikrê Rêber Apo ditirsin nahêlin hevdîtin pêre were çêkirin. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser hemû mirovahiyê ye. Ne tenê Rêber Apo bindest kirine bi Rêber Apo re gelê azadîxwaz jî bindest kirine. Tecrîda li Îmraliyê li Şengalê jî tê meşandin, tecrîd li her cihê ku fikrê Rêber Apo lê ye tê meşandin. Ev sê sal in nahêlin hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin, ji ber naxwazin fikrên Rêber Apo belav bibe. Ji aliyê din ve bila dijmin nebêje ger hevdîtin nehat çêkirin wê milet dest dane. Lê belê wê her milet têkoşîna xwe berdewam bike. Her wiha hişt ku jin bibin artêş û pêş bikevin jî Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê di serî de jin em bang her kesê dikin ku ji bo Rêber Apo rabin ser piyan da ku agahî jê were girtin.”

‘CPT jî piştgirî dide polîtîkayên tecrîdê’

Her wiha Neam Bedel bal kişand ser erka CPT ku pêk nayne û axaftina xwe bi van hevokan bidawî kir: “Wek tê zanîn CPT qaşo saziyeke li dijî tecrîd û îşkenceyê ye lê çima ji Tirkiyeyê naxwaze ku tecrîd were bidawîkirin. Ji ber ku ew jî destekê dide vê tecrîdê. Rast e Rêber Apo li Tirkiyeyê hatiye zindankirin lê di bin kontrol û berpirsyariya dewletên yekbûyî de ye. Ger ew nerazîbûn xwe diyar bikirana dê Tirkiye nedikarî hevdîtina bi Rêber Apo re qedexe bike. Tirkiye dijminê me ye heviyên me ji dijminê me tune ye lê belê em daxwaz ji CPT dikin ku bi erka xwe rabe û bi zûtirÎn hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were.”