CPJ: 108 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dan

CPJ’ê ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha 108 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan-Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ), raporek der barê şerê li Îsraîl û Filistînê de parve kir. CJP'ê di rapora xwe de ragihand ku ji şerê 7'ê Cotmeha 2023'yan ve li Filistîn û Îsraîlê berdewam dike heta niha herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Di raporê de hat gotin ji sala 1992'yan vir ve heyama herî zêde ku rojnamevan têde hatine kuştin.