Corcêt Bersûm: Pêwîst e jin destê xwe bidin hev û li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin

Rêvebera Meclisa Yekîtiya Jinên Sûriyan li bajarê Qamişlo Corcêt Bersûm têkildarî salvegra komkujiya Sêfo der heqê gelê Ermen, Aşûr û Sûriyan de ji aliyê dewleta tirk ve û dewamiya wê bi gef û êrîşên li ser herêmê nirxandin kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dewleta tirk di 15’ê Hezîrana sala 1915’an de der haqê gelê Ermen, Aşûr û Xirîsyan de komkujiyeke dijwar bi navê Sêfo pêk anî, di encamê de gelek mirov hatin qetilkirin û windakirin û ji cih û malên xwe hatin koçberkirin. Tevî ku ev dîrokek demdirêj li ser vê komkujiyê re derbasbûye jî lê heya niha nehatiye jibîrkirin. Di roja îro de deweta tirk dixwaze bi komkujî û pilanên qirêj dîsa vê dîrokê dûbare bike û tiştên niha di Bakur û Rojhilatê Sûriye diqewimin ji gef û êrîşên dewleta tirk delîlê vê yekê ne. Têkildarî salvegra komkujiya Sêfo û dewamiya wê bi gef û êrîşên li ser herêmê Rêvebera Meclisa Yekîtiya Jinên Sûriyan li bajarê Qamişlo Corcêt Bersûm nirxandinên girîng kir.

"Komkujiya Sêfo li dijî hebûn û nasnemya gelê me bû"

Corcêt Bersûm anî ziman ku ew weke gelê Sûriyan di hundirê xwe de birîneke bi êş jiyan dikin û tolhildaneke bi kîn li hember dewleta tirk bi xwe re radikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji komkujiya Sêfo di 15’ê Hezîrana 1915’an de û heya roja îro dewleta tirk kiryarên xwe der heqê gelan de ne rawestandine û rojane mirovan di komkujiyan re derbas dike. Di komkujiya Sêfo de gelê me gelek rojên zehmet û êşkişandî dîtin, her wiha bi hezaran mirov hatin qetilkirin, revandin, tecwazikirin û heya niha çarenûsa gelek xizmên me ne diyar e. Gelek gund û bajarên me hatin valakirin û gelê me hatin koçberkirin. Belê em jî neviyên kesên ku ji komkujiyê xelasbûne. Xwestin bi komkujiyê nasnameya me bidin guhertin û gelê me bi koletiyê re rû bi rû bihêlin. Ji bo wê em dibêjin komkujiya Sêfo li dijî hebûn û nasnameya gelê me bû.”

"Hemû gelên herêmê para xwe ji kiryarên dewleta tirk dîtine"

Corcêt Bersûm bal kişand li ser dewamiya komkujiyan der heqê gelê Sûriyan de heya roja îro û wiha pêde çû: “Di roja îro de em ji van komkujiyan qut nemane, helbet em jî xwedî pareke girîng in ji van komkujiyan. Dewleta tirk rojane Xabûr, Til Temir û Zirganê topbaran dike.  Ev herêm ji bo me xwedî taybetmendiyek û semboleke cuda ye ji ber bi sala û bi kedeke mezin gelê me dikaribû ji ber komkujiyan careke din xwe bidin hev û ji xwe re hebûneke nû di van herêman de avabikin, lê dîsa dewleta tirk êrîşî vê hebûnê dike. Pilanên dewleta tirk bi dagirkeriyeke nû dewam dike û bi hênceta avakirina herêmeke bi ewle kiryaran li dijî herêmên me pêk tîne. Tu rastiya 'herema bi ewle' nîne. Operasyonên dewleta tirk ên van salên dawî bi armanca dagirkeriyê li ser herêmên me gelek xeterî bi xwe re anîn, bi hezaran mirov hatin qetilkirin û koçberkirin ev hemû dewamiya komkujiyan e. Ji bilî têkçûna ewlehiya herêmê, derbasbûna çeteyan û guhertina demografiya herêmê.  Niha dewleta tirk gefên xwe nû dike li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ev jî metirsîna wê heye ji ber dîsa wê koçberî, talanî û dagirkerî bi xwe re bîne. Me hemû gelên herêmê para xwe ji kiryarên dewleta tirk dîtiye, ji bo wê di vê merheleya girîng de pêwîste em destê xwe bidin hev û li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta tirk bisekinin.”

"Em weke jin dagirkeriyeke nû li ser herêmê qebûl nakin"

Corcêt Bersûm behsa komkujî û kiryarên dewleta tirk der heqê jinan de di herêmên dagirkirî de kir û wiha got: “Erdogan dest bi projeyek qirêj dike, dixwaze bi dagirkirina herêmên me re koçberan ji nav xwe derbixe û bişîne herêmên me, herêmên ku gelê wê yê resen lê jiyan dikin, bi vê yekê dixwaze dîrok û nasnameya herêmên me bide guhertin. Ev koçberên ku bên gelo Sûrî ne?, di texmîna min de ew ne Sûrî ne lê belê çete û malbatên xwe ne, her wiha çeteyên xwedî fikirê radîkar û terorîst in. Îro kiryarên dewleta tirk di herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de li ber çava ne mana qaşo ew jî herêmên bi ewle ne. Di herêmên dagirkirî de jin rastî kiryarên herî hovane tên ji bo wê taybet em weke jin dagirkeriyeke nû li ser herêmê qebûl nakin û bi hemû hêz û têkoşîna xwe em ê li ber xwe bidin.”

"Hewildan û çalakiyên me li dijî dagirkeriyê dewam dikin"

Corcêt Bersûm bang li rêxistinên jin û rêxixistinên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin û rêzdariyê ji hevpeymana agirbesê re bigirin da ku dewleta tirk operasyonek û komkujiyeke nû li herêmê pêk neyîne û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em weke Meclisa Yekîtiya Jinên Sûriyan kiryar û komkjiyên dewleta tirk şermezar dikin û bi tu awayan qebûl nakin. Her wiha me helwesta xwe jî li dijî van êrîşan nîşan da bi vedana konê çalakiyê du rojan, daxuyanî, meş û çalakiyên me hîn dewam in. Banga me ji rêxistinên jin û rêxistinên navnetewî re heye ku bi erka xwe rabin û rêzdariyê ji hevpeymana agirbesê re bigirin da ku dewleta tirk operasyonek û komkujiyeke nû li herêmê pêk neyîne. Hewildanên me bi aliyên derve re hene û hemû komkujî û kiryarên dewleta tirk em bi belge ji wan re rêdikin, lê berbirsyartiya mezin dikeve li ser milê wan. Serkeftin wê para gelê berxwedêr be.”