Ciwanên Mexmûrê:Pirtûkên Rêbertî riya xwegihandina heqîqetê ye

Ji aliyê Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve pêngava xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di hefteya 5’emîn de didome.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr - Ji aliyê Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê ve li Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar pêngava xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya xwe ya 5'emîn de didome. Her roja Şemiyê li pirtûkxaneyê bi beşdarbûna ciwan û jinên ciwan ên wargehê pirtûk tên xwendin û guhdarkirin. Armanca pêngavê ew e ku bal bê kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, ji bo belavkirina fikir û felsefeya wî û her wiha ji bo jinên ciwan û ciwanên wargehê teşwîqî xwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûk bikin.

Endamên Tevgera Jinên Ciwan ên wargehê der barê armanca pêngavê de ji ajansa me re axivîn.

'Em dixwazin bi xwendina pirtûkên Rêbertî di her alî de xwe bi pêş bixin'

Eynas Kar ku yek ji endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ye wiha qala armanca pêngavê kir û got: “Her Şemî li pirtûkxaneyê, pirtûkên Rêbertî tên xwendin. Carna bi deng guhdarî dikin, carna jî kom dibin û bi hev re dixwînin. Em jî weke jinên ciwan ji bo ku karibin Rêbertî fam bikin û xwe hîn zêdetir nêzî Rêbertî bikin, beşdar bûne. Em dixwazin bi xwendina pirtûkên Rêbertî ji aliyê fikrî ve bi pêş bixin. Rêbertî, têkoşîna jinan esas girt û ji bo jinan riya diyar kir.”

'Li hemberî dijmin dijmin, ev pêngav wek bersiveke'

Eynas Kar diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkek wisa dike ku vê yekê bike û wiha bi dawî kir: “Di her alî de dijmin me dixwaze ji Rêbertî qut bike. Li hember van dijmin dijmin, ev pêngava ku me avêt wek bersiveke. Yek ji rêberiya min ew e em bi fikrên Rêbertî xwe bi pêş bixin û li her derê bidin jiyandin. Daxwaza me ew e ku her ciwan û jinên ciwan bên pirtûkên Rêbertî bixwînin, ji bo felsefeya wî bidin jiyandin.”

Axîn Gokalp jî wiha got: “Her hefte rojek li pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar, pirtûkên Rêbertî tên xwendin. Armanca me ew e em zêdetir Rêber Apo fam bikin. Bangawaziya me ew e ku jin û jinên ciwan ên Mexmûrê beşdarî roja xwendina pirtûkên Rêbertî bibin.”