Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan ciwanên bajarê Helebê li dijî tecrîda girankirî a ku li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşiyan.

Heleb- Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî a li ser Rêber Gelê Kurd Abullah Ocalan tê meşand tevgera Ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên Ciwan ên bajarê Helebê meşek bi meşeleyî lidarxistin. Meşê bi dirûşmeya “Bi pêşentiya ciwanên Apo yî em ê komployê têk bibin Rêber Apo azad bikin” despêkir. Endama yekîtiya Jinên Ciwan Nediye Yûsêf daxuyanî xwend. 
Nediye Yûsêf balkişand ser kompolya 9’ê Cotmehê ku heta niha bi şêweyên cuda dewam dike û wiha dom kir: “Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heya niha bi şêwazên cuda kompol dewam dike.
Ji êrîşên dagirkeriyê yên ser Serêkaniyê, Girê Spî, peyîmana sê alî ya 9’ê Cotmeha 2020’an ser Şengalê heya rewşa niha li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn hemû berdewamiya komployê ne.”