Ciwanên HDP’yî piştgirî dan têkoşîna Malbata Şenyaşar
Ciwanên HDP’yî di roja 536’emîn a nobeta edaletê de piştgirî dan têkoşîna malbata Şenyaşar.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 536’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar saetên serê sibê hat pêş Edliyeya Rihayê û cihê xwe ya li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” girt. Endamên Meclisa Ciwanên HDP ya Rihayê jî piştgirî dan malbatê.
“Heya edalet pêk were em ê li cem dayika Emîne bin”
Ji ciwanên HDP'î Senem Erîş têkoşîna Emîne Şenyaşar bir bîr xist û wiha got: "Li gel hemû zext, tundî, binçavkirin û acizkirinan li vir têkoşîna xwe berdewam dike. Em wek ciwanên HDP'î îro careke din li cem dayika Emîneyê ne. Em heqîqetê dizanin. Em dibêjin têkoşîna dayika Emîneyê têkoşîna me ye. Îro em ji bo têkoşîna dayika Emîneyê mezin bikin hatin vê derê. Kujer diyar in, yên ku wan pak dikin û diparêzin jî diyar in. A rastî li gel me her kesek vê heqîqetê dizane. Dê êdî nikarin vê yekê veşêrin. Em dixwazin ku kujerên diyar, bên cezakirin. Bila êdî edalet pêk were. Em ji bo vê yekê li vir in. Heya ku edalet pêk were em ê li vir, li cem dayika Emîneyê bin."
“Heya ku edalet pêk were…”
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê hesaba Walîtiya Rihayê etîket kir û ev parvekirin kir: "Li dijî hiqûqa serdestan daxwaza maf, daxwazeke rewa û demokratîk e. Dilê dayikê naşibe tu tiştekê, heya ku edalet pêk were dê mala min bibe pêşiya deriyê vê qesrê."