Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin
Delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê serdana Şengalê kirin û rewşa Şengal ji nêz ve şopandin. Delegasyon ji aliyê TAJÊ ve hat pêşvazîkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/09/20240903-03-29-2024-girupek-enternashonal-serdana-sengal-kirin-1-jpg499417-image.jpg)
Şengal-Bi boneya 10’emîn salvegera fermana ku hatiye ser civaka Êzidî, delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê hatin Şengalê. Koma enternasyonalîst di nava hefteyekê de serdana gelek malbatên Êzidî yên li Şengalê kirin û beşdarî çalakiyên ku hatine kirin bûn. Ji nêz ve rewşa Şengalê ya piştî fermanê û êrîşên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê şopandin
Delegasyon di serdana meclisa TAJÊ de ya li navçeya Sinûnê de bi germahî hatin pêşwazî kirin.