Ciwanên Enternasyonalîst: Bêdengiya heyî ji sûcên şer re rê vedike
Ciwanên Enternasyonalîst serdana Binarê Qendîl û cihên ku ji aliyê delweta Tirk ve hatine bombarankirin û bîrandarên bombarana delweta tirk kirin û dan diyarkirin ku Ewropa çekan dide dewleta tirk.

Navenda Nuçeyan - Dûh komek Ciwanên Enternasyonalîst ên ku ji ciwanên çend welatên cûda yên Avrupayê pêk tên, serdana Binarê Qendîlê kirin. Ciwanan serdana cihên hatine bombarankirin, birîndarên bombebaranên dewleta Tirk jî kirin û ji nêz ve rewşa wan pirsîn. Ciwanan di serdana xwe de çûn Şaredariya Binarê Qendîlê, her wiha serdana cihê komkujiya Zergelê û bîrdariya şehîdên Binarê Qendîlê kirin.
Ciwanan li cihê bombebarana şehîdên Zergelê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re anîn ziman û dan zanîn welatên cîhanê li hemberî êriş, dagirkerî û bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn, bêdeng e û wiha gotin: “Dewleta Tirk êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomîne. Li çiyayên Kurdistanê bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metînayê cengek mezin heye.”
“Piştgiriya NATO û welatên Ewropayê heye”
Ciwanên enternasyonalîst bal lê kişandin ku êrişên tên pêkanîn bi piştgiriya dewletên NATO û welatên Ewropayê tê kirin û wiha got: “Ev ceng bi hevkariya dewletên cûda cûda tê kirin ku piraniya wan welatên Ewropa û endamên NATO yên wek Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya û welatên hevpeymanên siyasî, leşkerî û aborî yên Tirkiyeyê ne. Ewropa pere dide Tirkiyeyê ji bo siyaseta nîjadperestî bimeşîne. Lê ew pere vedigere kargehên çêkirina çekan ên li Ewropayê. Teknîka çekên modern ji Tirkiyeyê re tên şandin û ew çek jî li dijî hevalên me yên Kurd têne bikaranîn.”
“Ev bêdengî rê dide Erdogan sucên şer bike”
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de li hemberî êrişan bêdengiya cîhanê destnîşan kirin û wiha gotin: “Li beramberî dagirkirina Kurdistanê bêdengî heye. Ev bêdengî rê dide Erdogan sucên şer bike. Tevayî cîhan jî çavê xwe li van êrişan digre. Em vê du rutiya nejadperest û emperyalîst şermezar dikin ku sucên şer ên wek karanîna çekên kimyabaranê tên kirin. Gelek tiştên hevbeş di navbera Sedam Hisên û Erdogan de heye.”