Ciwanên Dêrazorê dorpêçkirina taxa Şêx Meqsûd şermezar kirin
Meclisa Ciwanên Dêrazorê li hemberî dorpêça ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Dêrezor - Meclisa Ciwanên Dêrazorê bi daxuyaniyekê dorpêçkirina taxa Şêx Meqsûd ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve û lêkirina dîwarê dinavbera Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Şingalê de şermezar kirin. Civanan bang li rêxistinên mirovî û civaka navdewletî kir ku destwerdanê li rewşê bikin.
Di daxuyaniya li ser navê ciwanan û jinên ciwan hat dayîn de wiha hat gotin: "Em siyaseta nijadperest û parçekirina gelan bi tundî şermezar dikin. Di nav de jî dîwarê Şingalê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo jinavbirina yekrêziya gelan hatiye lêkirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêkirina dîwar di encama polîtîka û pêkanînên berê yên PDK’ê bi hikûmeta Tirkiyeyê re pêk hatiye ku di nav wan de komkujiyên demdirêj li dijî jin û zarokan pêk anîne û di heman demê de komkujiya ku DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan pêk anî bi bîr xist. Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku rewşa taxa Şêxmeqsûd ji Şingalê ne cudaye, ji ber ku ev tax ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve xwe birêxistin kir û xwe bi rê ve bir êrîş li ser zêdebûne.
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku ji bo bidawîkirina neheqiya li hember gelên bindest bi rola xwe rabin.