Ciwanên Şengalê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xistin
Yekitiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ)’ê bi dirûşmeya,“Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe Tolgirtina 74’ar ferman û misogerkirina xweseriya Şengalê” Kongreya xwe ya 3’emîn li dar dixistin.
Şengal - Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê civaka Êzidî gav bi gav rêxistinên xwe ava kirin. Hemû sazî li ser esasî xwe rêxistinkirin û avakirina civakekî azad û demokratîk hatin ava kirin. Yek ji van rêxistinan jî Yekîtiya Ciwanên Êzidî ye ku di sala 2017’an de ava bûye. Li ser bingeha parastina ax û baweriya xwe, avakirina civakekî azad û demokratîk heya roja îro xwe rêxistin dike.
Yekîtiya Ciwanên Ezidîxanê li ser esasê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin de, di tevahiya cihê û warên ku Êzidî jiyan dikin de rêxistina pêşeng a ciwanan e. Bi pergala konfederal demokratîk a ku bê avakirin re çareserkirina pirsgirêka civaka Êzidî kiriye armanca xwe. Her wiha li hemberî jerontokrasiya(pîrsalarî) ku îradeya ciwanan tune dihesibîne nasnameya ciwanan a azad diparêze. Li beranberî tevahî civakê û bi taybetî jî li hemberî hemû ciwanan xwe berpirsyar dibîne.
Kongre bi beşdariya 300 delege û 200 mêhvanan hate li dar xistin
Yekitiya Ciwanên Êzidxanê duh bi dirûşmeya,“ Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe Tolgirtina 74’ar ferman û misogerkirina xweseriya Şengalê” Kongreya xwe ya 3’emîn li dar xistin. Kongre li bajaroka Sinûnê ya Şengalê bi beşdariya 300 delege, 200 mêhvanên ji Başûr, Ewropa, Şengalê û tevlîbûna ciwanên Ereb û Şîe hate li dar xistin. Her wiha endamên saziyên sivîl yên Şengalê jî amadebûn.
“Ev Kongreya me bersiva hemû êrîşên dijmin e”
Axaftina destpêkê Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Sara Botan kir. Sara Botan di destpêka axaftina xwe de kongre pîroz kir û bal kişand ser hêza ciwanan a di avakirina civakekî demokratîk û azadîxwaz û wiha got: “Em beriya hertiştî xêr hatina hemû mehvanên xwe dikin. Em di serî de vê Kongereyê diyariya Rêber Apo û li tevahî şehîdên meha Tebaxê dikin û li wan Apo pîroz dikin. Ev Kongreya me bersiva hemû êrîşên dijminên me yên hov û xwîn xwere ye. Em ê bi yekîtiya ciwanan yên ku pêşenga vê civakê ne, hemû pilanên dijmin vala derxin. Em ê li ser rih û soza şehîdên xwe gavên mezin yên ber bi serkeftinê bavêjin.”
“Ciwan rihê berxwedanî ya civaka me ne”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo jî wiha axivî: “Em vê kongrayê li we pîroz dikin. Ciwan rihê berxwedanî ya civaka me ne. Ji bo parastina hemû destkeftiyên civaka me ya Êzidî erka mezin dikeve ser milê ciwanên me yên welatparêz. Lewma em weke dayîkên Şengalê her li pişta ciwanên xwe ne.”
Her wiha li ser navê YBŞ’ê û ciwanên Ewropa axaftin hatin kirin. Di axaftinan de kongra hate pîroz kirin û piştgiryê ciwanên Êzidxanê hate nîşan dan. Piştî nameyên pîrozkirinê dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku xîtabê ciwanên şoreşger dike, hate guhdarkirin. Piştî wê nameyên pîrozkirinê yên ji Tevgerên ciwan ya Rusya, Ermenîstan, Rojava û bakurê Kurdistanê hatin xwendin.
Di kongreyê de rapora kar û xebata 3 salan ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî hate xwendin. her wiha peyama Komaleya Ciwan ya ji çiyayên azad hat xwendin. Piştê wê siyaseta ku li ser ciwan tê meşandin, şerê taybet ku ji bo xistina ciwan, pergala kapîtalîst û durxistina wan ji çanda wan bi giranî hate nîqaş kirin. Pergala hundirîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî hate xwendin û bi erêkirina piraniya beşdarvanan hate qebûlkirin. Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji 8 komîteyên wek perwerde, çand û hûner, diplomasî, aborî, spor, parastin, ragihandin û siyasî pêk tê. Di Kongreyê de 20 endamên meclîsa rêveber hat hilbijartin.
“Armanca me ji vê kongreyê bilindkirina tekoşîna me li hember dijmin e”
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Sêvî Murad ji ajansa me re axivî. Sêvî Murad wiha got: “Armanca me ji vê kongreyê bilindkirina tekoşîna me li hember dijmin û vala derxistina siyaseta wan ya ku dixwazin civaka me bixin bin bandora pergala kapitalîst e. Her wiha ev kongra avakirina hêzekî îdolojîk armanc dike ku li hember hemû fermana bikaribin bibin xwedî seknekî welatparêz û şoreşer.”
“Em ê bi yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe jiyanekî azad ava bikin”
Her wiha endama Yekîtiya Ciwanan Jiyan Sara jî di axaftina xwe de bal kişand ser koçberiyê ku bi gelemperî ciwan koç dibin û wiha got: “Em li vir hemû ciwanên Ereb û Şîa bi hevre kombûne û dibêjin ku em ê bi yekîtya xwe û rêxistinbûna xwe jiyanekî azad ava bikin. Banga min ji hemû ciwana re heye ku êdî bese bila berê xwe nedin dewletên xerîb. Ji xelkê re nebin kole ji axa xwe re kar bikin.”
“Dijmin bi tu rêbazan nikare hêza ciwanan bin bixe”
Endama Jinên Ciwan yên Têkoşer a Başurê Kurdistanê Şato Mihemed diyar kir bi taybet piştî 74 fermanan lidarxistina kongreyekî wiha xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got: “Em gelek kêfxweşîn ku îro ciwanên Êzidî piştî fermana herî dawî xwe rêxistin kirin û hêza xwe avakirine. Îro li ser hemû ciwanan şerekî gelekî taybet tê meşandin. Lê îro tişta ku me li vê kongreyê de dîtiye ew e ku ciwan xwedî zanebûn û xwedî hêzekî fikriye ku wan li ser lingan dihêle. Ruxmî hemû êrîşan diyar bû ku dijmin bi tu rêbazan nikare hêza ciwanan bin bixe.”
3’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Ezidîxanê, bi xwendina encamnameya bi dawî bû.