Ciwanên Şengalê: Em ê xwedî li peyama Rêberê xwe derkevin
Şengalî bi kêfxweşî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin û peyama “Em ê xwedî li peyama Rêberê xwe derkevin” dan.

Şengal – Duh Heyeta Îmraliyê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk‘ ragihand. Ev peyama dîrokî li gelek bajarên Kurdistan û dervey welat bi zindî û di ekranên mezin de hate guhdarkirin û pêşwazîkirin.
Welatiyên Şengalê li Baxçeya Rêber Apo ya li Deriyê Kersê ya Şengalê bi şahiyek peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê paşê daxuyaniyek hevpar dan.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan ve hat dayîn.
‘Rêber Apo her dem banga aştiyê kiriye’
Sara Botan diyar kir ku Şengalî bi birdozî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe birêxstin dikin û wiha got: “Rêber Apo ev 50 sale dixwaze ku pirsgrêka kurd bi riya diyalog û aştiyê bê çareser kirin. Her dem riya aştiyê hilbijart û hewil da wisa pirsgrêka Kurd çareser bike. Civaka Êzidî li Şengalê bi felsefeya Rêber Apo bi sîstema netewa demokratîk xwe birêxstin dikin. Sazî û destgehên me hêz û îradeya me bi birdozî û fikrê Rêber Apo ava bûne.”
‘Emê li peyama Rêberê xwe xwedî derkevin’
Sara Botan bal kişand ku divê bang rast bê famkirin û xwedî lê bê derketin û wiha domand: “Em weke civaka Êzidî bi peyama Rêber Apo re ne, bi pêşengiya jin û ciwanan em ê xwedî li fikrên Rêberê xwe derkevin. Erka berpirsiyartiyê Rêber Apo daye ser milê jin û ciwanan. Em ê jî li gor wê tevbigerin û em ê li peyama Rêber Apo xwedî derkevin. Divê em peyama Rêber Apo baş fam bikin û li gor wê têbikoşin. Peyama Rêber Apo ji bo me hêz e û em ê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan bin. Wê sala 2025’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em bi peyama rêberê xwe re ne.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî netewa demokratîk’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.