Ciwanên Îranê di nava hêvî û bêhêvîtiyê de têkoşînê dikin

Hesta bêhêvîtî, bêkarî û bêdadiyê, ciwanên Îranê dorpêç kiriye û wan ber bi koreriyeke civakî û psîkolojîk ve dibe. Êdî hêviya têkildarî siberojê, li welat bûye hestek giranbuha û gelek kêm tê dîtin.

ŞEBNEM RAHÎMZADE

Bokan – Bêhêvîbûn yek ji krîzên herî mezin e ku nifşên ciwan li Îranê dijîn e. Ev nifşê ku diviyabû enerjî û kêrhatiyên xwe ji bo pêşeroke baştir xerc bike, di nava bêdengiyeke kûr û bêhêvîtiyê de ye. Gelek ciwanên ku bi salan ked didin û ji bo xwe cihekî nedîtin, îro di nava xeyal û rastiyan de xwe asêmayî hîs dikin. Li aliyekê bêkarî û aboriya sekinî, li aliyê din krîzên siyasî û civakî, hêviya guherînê gelek kêm kiriye.

‘Ji bo jinan dîtina kar gelek zor e’

Endezyara înşaetê Agrîn M. a 28 salî, çîroka gelek ciwanên Îranê wiha tîne ziman: “Min heta lîsansa bilind xwendiye, ji bo karekî baş bibînim, çi ji min hat min kir lê belê ji bo jinan dîtina kar gelek zor e. Ger were dîtin jî mûçeyê wê gelek kêm e. Bi salan e dikevim gelek ezmûnan lê belê girtina karan ji bo yên xwedî kotaya taybet bû. Di şîrketên teybet de yan mûçe kêm in an jî di dema xwe de nayên dayîn. Di heman demê de piranî ji wan mêran tercîh dikin. Ez xwe ji bo civakê bê fêde hîs dikim. Piştî xwendinê di malê de rûniştin gelek bi êş e lê belê dîsa jî hêza min a hewldanê nemaye.”

Bê encambûna hewldanên ciwanan hîsa ‘valaçûyîna kedê’ zêde dike. Ev jî di demek kurt de vedigere westandin, bêbawerî û bêhêvîtiyê. Derûnînas Evîn P. vê rewşê bi têgîna ‘bêçaretiya fêrbûyî’ pênase dike û dibêje: “Qedexekirina azadiya kesî, zextên civakê û hîsa bêhêziya li hemberî guherînê, di ciwanan de bêçaretiya fêrbûnê kûr dike. Di vê rewşê de li hemberî firsendên nû, motîvasyona xwe ya tevgerê winda dikin. Firsendên sînordar ên li Îranê vê hestê zêdetir giran dikin, di encamê de depresyon, întihar û koçberiyê zêde dike.”

Hîsa bêedaletiyê û westandina ruhî

Bêedaletî birînek bêdeng ku digihîje kûrahiya civakê ye. Ev hest, di kes de hîsa bê nirxbûnê ava dike û bi taybetî di nava ciwan û jinan de her diçe belav dibe. Kovîn A. wiha got: “Ji bo jinan hêvîkirin êdî bûye luksek. Ger mirov evqas bêedaletiyê bibîne ne gengaz ji jiyanê re bibêje xweş e. Divê jiyan were guherîn.”

Civaknas Roya K. vê rewşê wiha tîne ziman: “Edaleta civakî, encax mirov hîs bikin ku di navbera ked û qazancê de têkiliyek adilane heye, wê watedar be. Tenê bi têkiliyên serkeftî, zayendî yan jî beşan were diyarkirin, wê civak bikeve rewşa ‘bêedelatiya tê hîşmendîkirin.’ Ev jî hîsa cudakariyê zêde dike û dibe sedema bingehîn a westandina civakî û psîkolojîk.”

Ji koça mêjî ber bi hêviyê ve

Di salên dawî de bijîşk, hunermend, werzîşvan û akademîsyen di nav de, bi hezaran ciwanên xwedî zanabûn welat diterikînin. Li gorî daneyan, Îran di nava 10 welatên destpêkê ku di dinyayê de ‘koça mejî’ dijîn de cih digre.

Diyardeya koçê, teyîsînek din a krîza li Îranê heye jî be, heta beriya 12 rojên şer, ji bo gelek ciwanan deriyê dawî yê hêviyê bû. Lale R. wiha dibêje: “Min nedixwest welatê xwe biterikînim lê belê şertên li Îranê hêvî nedidan min. Ji bo bijîşk min biryar da biçim derveyî welat lê belê dema şer destpê kir, hemû seferetxane hatin girtin. Ev hama bibêje mirina xeyalên min bû.”

Ev pêla koçberiyê tenêbûna sedema ‘koçberiya mejî’ re sînordar nebû, hêviya dawî ya ciwanan jî tune kir. Careke din jî hinek çareseriyê di guherînê de dibînin. Sayda R. yek ji ciwanên nifşa Z ye û wiha got: “Bi caran min ji xwe pirsî çima dimînim, lê belê di hundirê min de hêviyek biçûk her dibêje guherîn gengaz e. Ez rast bêjim hêviya min ne ji bo başbûna rejîma Komarê ye, ji bo guherînê ye. Hevsengî û sebir, xetaya nifşên berê bû.”

Îro nifşê ciwan ê Îranê di nava aloziyên mezin û encamên de asê maye. Bêkarî, bêedaletî û kêmaniya firsendan, hêvî û motîvasyona ciwanan diqedîne. Piraniya wan ber bi bêdengî û tenêbûnê ve dibe. Koça mejî û qedexeyên çêkirî, gefê li xilûqkariyên ciwanan û enerjiya wan dixwin. Bi taybetî ya jinên ku zexta aborî û civakê du qat dijîn.

Tevî hemû tiştî, di çavên hinek ciwanan de çirûska bi înad a hêviya guherînê hê jî geş e.