Ciwanan bi kulîlkan Roja Dayikan li Emîne Şenyaşar pîroz kirin

Dema Nobeta Edaletê 426 roj in berdewam dike, Ciwanên HDP’î û xwendekarên Zanîngeha Harranê, serdana Emîne Şenyaşar kirin û Roja wê ya Dayikan pîroz kirin.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 426’emîn de berdewam kir.  Malbata ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne,  Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwendekarên Zanîngeha Harran bi boneya Roja Dayikan serdana malbatê kir. Ciwanan bi kulîlkan Roja Dayikan li Emîne Şenyaşar pîroz kirin. 

“Roja Dayikan li hemû dayikên li dijî zilmê bêdeng namînin pîroz be”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê bi etîketa Roja Dayikan ev parvekirin kir: “Îro roja dayikan e. Dayikeke ku ji bo kurê xwe yên hatiye qetilkirin û yê girtî li pêş ediyeyê li dijî bêhiqûqiyê serî hildide heye. Roja Dayikan a hemû dayikên li dijî zilmê bêdeng namînin pîroz be.”