Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan: Bi rihê ciwantî em ê bi ser bixin

Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger yên Herêma Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk meşiyan. Ciwanan peyamên bilindkirina têkoşînê dan.

Qamişlo – Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger yên Herêma Cizîrê, îro li Qamişlo li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan te meşandin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên parastina medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşiyan. Ciwanan daxwaza azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û peyamên bilindkirina têkoşînê dan.

Meş bi di bin dirûşmeya “Li dijî îxanet û dagirkeriyê cenga azadiyê ser bixe” û bi tevlîbûna gel û saziyên rêxistina jin li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo dest pê kir û li  pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestiya.

‘Bi rihê ciwantî em ê azadiyê bi ser bixin’

Piştî deqeyêk rêzgirtin Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê Mîdya Ebd Elrahman daxuyanî da.  Mîdya Ebd wiha got: “Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo têkçûyîna me xebat dikin. Me dît ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku paytexta Başûrê Kurdistanê keleha wê  bi ala dewleta Tirk ya dagirker xemilandin. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser çiyayê Zap û Metîna di encama wê de gelek hevalên me şehîd xistin. Lê niha jî dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike dixwaze ku me qir bike. Tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin ku sê mehên din tu hevdîtin pê re neyên kirin. Dewleta Tirk dixwaze ku me û Rêbertî ji hev qut bike û gelê Kurd tune bike lê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin bi hemû hêza xwe em ê têkoşîn bikin û bi rihê xwe yên ciwantî e azadiyê bi ser bixin.”

Meş bi dirûşmeya  “Şehîd Namirin û Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.  

`