Ciwan li dijî êrîşa li ser Şengalê meşiyan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê ciwan û jinên ciwan ên Şengalê meşiyan. Di meşê de bêdengiya hikumeta nû ya Iraqê hat şermezarkirin û banga yekitiya civaka Êzidî hat kirin.

Şengal-Ev 2 meh in bênavber balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ji asîmanê Şengalê kêm nabin. Ruxmî bangewaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji hikumeta Iraqê xwest mudaxeleya rewşê bike, heya niha tu gavek nehatiye avêtin. Herî dawî di hefteya derbasbûyî de 3 caran êrîşên bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser Şengalê pêk hatin.

Herî dawî di 1’ê Mijdarê deli nêzî Qubeya Hesen Maman a navenda Şengalê êrîş pêk hat

Li dijî êrîşa dawî ya dewleta Tirk ciwanên Şengalê bi hêrseke mezin duh daketin qadan û meşek li dar xistin. Meş li navenda bajarê Şengalê ji çerxeriya Hisên dest pê kir heya çerxeriya Şehîd Zerdeşt domiya.

Li ser çerxeriya Şehîd Zerdeşt li ser navê Yekitiya Ciwanên Şengalê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û bang li hikumeta nû ya Iraqê hat kirin ku bi erka xwe rabe û wiha hat gotin:

“Em di destpêkê bang li hikumeta nu ya Iraqê dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Duh cihê hêzin me yên YBŞ’ê hedef girtibu. Ev ne êrîşa yekemîn e, bi sedan caran êrîş pêk hatine û di wan êrîşan de gelek ciwanên Êzidxanê şehîd bûn. Hemû cîhan dizane ku civaka me li hemberî 74 fermanan li ber xwe daye li ser vê axê, ruxmî hemû êrîşan jî ev civak bi vê axê ve girêdayî ye.”

Ciwanan bêdengiya hikumeta nû ya Iraqê şermezar kirin

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ger Şengal beşek ji Iraqê be wê demê mafê Şengalê ji hikumeta Iraqê heye û wiha domiya: “Pêwîst e dewleta Tirk a dagiker bi rêzdar nêzî serweriya Iraqê bibe. Ji 2014’an ve heya niha 2 hikumet hatin avakirin lê yek ji wan jî li hemberî dagikeriya Tirk bi helwest nebû. Em bi hêvî ne û bang dikin ku ev hikumeta nû weke yên berê nebe û xwedî helwest be li dijî tecawizkirina axa Iraqê û serweriya Iraqê. Her kes dibêje ku Şengal beşek ji Iraqê ye, ger wiha be pêwîst e ev hikumet mafê Şengalê biparêze.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ger ev rewş neyê guhertin wê ciwanên şengalê  insyatîfa xwe bi kar bînin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Eger ev hikumt li hemberî van êrîşan bêdeng be, em weke ciwanên Şengalê dizanin çi bikin. Em ciwan amade ne canê xwe fedayê vê axê û vê baweriyê bikin. Hêzên me hene parasatina me jî heye, em ji tu kesî daxweza parastina xwe nakin, em bi zarok û jinên xwe bawer in ku wê parastina xwe bi xwe bikin. Em tenê dibêjin bila hikumeta Iraqê bi erkên xwe yên sereke rabe ew jî parastina sînor û serweriya Iraqê ye. ”

‘Em ê rojek hesab bipirsin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Ala Xidir ji ajansa me re axivî û got ku her kes li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bêdeng e ew jî vê bêdengiyê hevkarî fêm dikin û got: “Di hefteyek de 3 caran dewleta Tirk a dagiker êrîşê axa me Şengalê kir. Em van êrîşan qebûl nakin û em ê bêdeng nemînin jî. Lê mixabin heya niha hikumeta Iraqê bêdeng maye. Ev şermekî herî mezin e ji hikumeta nû ya ku ava bûye re. Hê nikare serweriya hikumeta xwe biparêze. Tu ferqa dewleta Tirk ji DAIŞ’ê nîn e. Di fermanê de DAIŞ’ê qubeyên me bi bombeyan hilweşandin, îro jî dewleta Tirk a dagiker bi balafiran qubeyên em dike hedef. Lê em weke Jinên Ciwan û ciwanên Şengalê amade ne canê xwe fedayê vê axê bikin. Ger ne îro be wê sibê be em ê heseb bipirsin.”