‘Ciwan ji ber medyaya dîjîtal ji jiyanê dûr dikevin’

Ciwanên bajarê Qamişloyê dan zanîn ku bikaranîna zêde ya medyaya dîjîtal, rê li ber dûrketina ji civak û malbatê vedike û gotin ku pêwîst e ciwan bi zanebûn û ji bo sûdê medyaya dîjîtal bikar bînin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Medyaya dîjîtal bûye beşek girîng ji jiyana ciwanan û mirov dikare bêje bandora vêya li ser tevahiya jiyana ciwanan heye. Derfetên fêrbûn û ragihandinê pêşkêş dike, lê  bandorên neyînî ji di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê bikaranîna wê ya rast ji bo parastina nifşên nû, avakirina pêşerojeke girîng e. Divê ciwan di ferqa bikaranîna medyaya dîjîtal de bin û nekevin bin bandorên wê yên neyînî.

Ciwanên bajarê Qamişloyê têkildarî bandorên erênî û neyînî yên medyaya dîjîtal a li ser ciwanan ji ajansa me re axivîn.

‘Pêwîst e her kes bi zanebûn medyaya dîjîtal bikar bîne’

Xêriya El-Omerî di destpêka axaftina xwe de qala aliyên erênî û neyînî yên medyaya dîjîtal a li ser ciwanan kir û wiha got: “Gelek aliyên erênî yên medyaya dîjîtal hene, lê pirsgirêka mezin ew e ku mirov çawa bi awayekî erênî bikar bîne. Kesê\a ku medyaya dîjîtal ji bo tiştên baş bi kar bîne, ji bo agahiyan bi kar bîne, li ser wê û bi malbatê re têkilî dayne, dê bandorek erênî li ser bike. Lê kesên ku demeke dirêj û ji bo tiştên bêkêr bi kar tînin û bi taybetî şagirtên dibistanan, ji xwendinê dûr dixe ev yek bandora neyînî li ser wan dike. Daxwaza min ew e ku her kes bizanibe ji bo tiştên bi sûd bi kar bîne.”

‘Rêber Apo dibêje pêwîst e ciwan vegerin xwendina pirtûkan’

Endama Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvî Ehmed derbarê bandora medyaya dîjîtal a li ser ciwanan de axivî û wiha pê de çû: “Ciwan di van salên dawî de pir li ser medyaya dîjîtal dimînin, heta ji civak û malbatê jî dûr ketine û pir bi tiştên bêkêr re mijûl dibin. Erêniya medyaya dîjîtal ji bo agahî û têkiliyan pir baş e, em ji ber medyaya dîjîtal rewşên hemû dewletan dizanin û dibînin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe pir bal kişand ser jin û ciwanan lê çete jî bi riya medyaya dîjîtal dixwazin fikir û felsefeya ku Rêber Apo ji bo jin û ciwanan pêşkêş kiriye, berevajî bikin û wan zêdetir bi medyaya dîjîtal re bikin. Di demên dawî de serlêdanên medyaya dîjîtal pir bûne, serlêdanek daketibû ku tu çi bixwazî tê de hebû. Ev tê wateya ku kes nema fikrên xwe bi kar bîne. Rêber Apo dibêje ji bo civakek komînal û wekhev were avakirin, pêwîst e ciwan hinekî vegerin xwendina pirtûkan û di meclîsan de her kes bi hev re sohbet bike.”

‘Medyaya dîjîtal dibe sedem ku mirov nema bifikirin û biaxivin’ 

Endama Şaredariya Qamişloyê Munteha El-Înzî jî diyar kir ku bikaranîna zêde ya medyaya dîjîtal dibe sedema nebûna çandê û wiha got: “Medyaya dîjîtal fersendek nû dide ciwanan da ku zûtir fêr bibin, ji bo pêwendiya bilez, riyek e ku mirov di warên cuda de bêhtir fêr bibe lê aliyê nêyînî yê medyaya dîjîtal bikaranîna zêde ye. Em di her tiştî de berê xwe bidin medyaya dîjîtal, ev yek dibe sedem ku mirov nema fikrên xwe bêje û rewşa mirov a tenduristiyê dike xeterê. Pêwîst e em medyaya dîjîtal di çarçoveya dema diyarkirî de bikar bînin. Ji ber bikaranîna zêde ya medyaya dîjîtal, rê li ber dûrketina ji civak û malbatê vedike. Pêwîst e ciwan li xwendina pirtûkan vegerin da ku fikrên wan zêdetir bi pêş bikevin. Pêwîst e medyaya dîjîtal tenê ji bo pêdiviyek lazim were bikaranîn.”