Cîvîna du salan a jinên ciwan ên PYD hat lidarxistin

Civîna berfireh a xebatê du salan ya jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Rêxistin û parastina jinên ciwan misogerya avakirina civakê ye” hate lidarxistin.

Hesekê- Di bin dirûşmeya “Rêxistin û parastina jinên ciwan misogerya avakirina civakê ye” Civîna berfireh ya xebatê du salan a jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna endamên rêxistina jinên ciwan a partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)û meclisa jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, sinevzyon li ser jina azad û girîngiya azadiya jin hate pêşkêşkirin. Her wiha rapora 2 salan a xebatên jinên ciwan ji aliyê Endama partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sandî Reşîd ve hate xwendin.

Piştî niqaşa rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, der barê rewşa siyasî û rewşa rêxistinî  de endama Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Netewî Xemgîn axivî.

‘Çeka me ya esas rêxistinbûyîna me ye’

Netewî Xemgîn teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demek pir hesas re derbas dibin û wiha anî ziman: “Di demek ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin û xwe amade dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin êrîş li ser wan pêk tê. Em wekî jinên ciwan ên PYD’ê em dibêjin rêxistinbûyîna me çeka me ye. Yê ku dixwaze şer bike emê parastina xwe bikin û bi rihê şerê gelê şoreşgerî li berxwe bidin û yê ku dixwazin aşîtiyê, bila werin aşîtiyê ji me fêr bibin. Em ji bo her tiştî amade ne.”

‘Belavkirina felsefeya Rêber Ocalan erkê her jinek ciwan e ‘

Endama Kongra Star Nejbîr Efrîn da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hebûna netewan hedef dike û wiha anî ziman:” Rêber Ocalan ne tenê rêberê netewekî ye. Gelek netew wî ji bo xwe pêşeng û rêber dibînin. Lewma tecrîda ku li ser tê meşanidn ne tenê bi destê dewleta Tirk a dagirker e. tecrîd tecrîdekî neteweyî ye û dewleta Tirk wekî parastina zindana Îmraliyê dike. Ev tecrîd berdewama komploya 1999’an e . Lewma em wekî jinên ciwan gerek li her derê yekîtiya xwe ava bikin . Bersiva tecrîd û komployê bi belavkirina felsefeya Rêber Apo ye. Gerek ev felsefe her kes bi zanibe û xwe têde kûr bike bi vî rengî emê pilanên dijmin pûç bikin.”

Di berdevamiyya  civînê de biryar hate dayîn ku ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê asta perwerdeyê di nava ciwanan de bilind bikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan asta tekoşînê zêde bikin û felsefeya azad di nava her civakekê de bidin rûnişkandin.

‘Me ji fikir û felsefeya Rêber Apo hêz û cesaret girt’

Endama jinên ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  ya Şehbayê Evîn Enwer wiha anî ziman: ”Hebûna jinên ciwan ku her yek ji bajarekî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye gavek pîroz, serkeftî ye. Li vêderê tê xuya kirin ku jinên ciwan hêz, yekîtî û rêxistina xwe di bin yek felsefeyê de ava kirine. Îro em bi saya fikir û felsefeya rRber Apo dibînin ku hêz û cesareta me heye ku em pêşegtiya her karî bikin û xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ya sereke ku em bikaribin gavên serkeftî biavêjin û civaka xwe ji siyasetên qirkirinê rizgar bikin .”

Civîna berfireh bi hilbijartinên meclisa jin a jinên ciwan ku ji 12 jinan pêk tê bi dawî bû.