Civîna 4’emîn a Komîsyona Meclîsê bi dawî bû
Civîna 4’emîn a komîsyona ku li Meclîsa Tirkiyeyê hat avakirin, bi rûniştinekê bi dawî bû. Komîsyon wê sibê Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di nav de komên mafên mirovan guhdar bike.

Enqere – Civîna 4’emîn a Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê hatiye avakirin, bi dawî bû. Civîna ku bi rûniştinekê bi dawî bû ji sazî, komele û xizmên kesên ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dane guhdar kir.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş a ku bi vexwendinê beşdarî civîna komîsyonê bû, pêşkêşiyek kir.
Civîna 5’emîn a komîsyonê, wê sibê pêk were û wê nûnerên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Weqfa Maf, Azadî û Alîkariya Mirovî (ÎHH), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafên Mirovan û Hevgirtina bi Mazluman re (MAZLUM-DER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî guhdarî bike.
Civîna ku ji aliyê Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş ve tê birêvebirin, wê sibê saet 14:00’an de dest pê bike. Tê payîn ku civîna sibê wê ji du rûniştinan pêk were.