Civîna 10’emîn a Komîsyonê: Ji bo aştiyek mayînde nexşerê tê nîqaşkirin

Akademîsyanan, di civîna 10’emîn a komîsyonê de, tecrûbeyên Efrîkaya Başûr û Fîlîpînan vegotin û diyar kirin ku li Tirkiyeyê aştiya mayînde bi beşdariya civakî û reformên makeqanûnî pêkan e.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku li Meclisa Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, vê hefte civîna xwe ya 10’emîn li dar xist. Rûniştina yekem a Komîsyona Meclise bi guhdarkirina akademîsyenan bi dawî bû.

‘Aştiya Tirkiyeyê û herêmê, ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye’

Di rûniştina yekem a civînê de yekem Havva Kok Arslan axivî. Havva Kok Arslan anî ziman ku Tirkiye ji bo ji aliye hiqûqî û demokraisyê ve bi hez bibe hewcedarî guherandineke heye û ev tişt gotin: “Ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye. Di dîroka cîhanê de guherînek 500 salî heye, û ev bi qonaxa zelalkirina Tirkiyeyê re hemdem e.”

‘Divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin’

Piştrê jî Sevtap Yokuş Veznedaroğlu axivî. Sevtap Yokuş Veznedaroğlu jî bi lêv kir ku Tirkiye li dûrî hesabên siyasî dikare gavên dîrokî bavêje û ev pêşniyar kirin: “Ji bo pêvajoyeke destûrî divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin. Qanûna înfazê were guherandin. Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin. Protokola 12an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dikare were pejirandin. Destpêka destûrê û hin madeyên wê (42, 66, 127) bi zimanekî aştiyane dikarin werin nûkirin.”

Ayşe Betul Çelik destnîşan kir ku heke sedemên bingehîn ên şer neyên çareserkirin pêvajo careke din vedigere tundiyê û li cihanê mînak dan.

Çerag Ayşe Çuhadar jî bi lêv kir ku pêvajoyên aştiyê îradeyeke domdar dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînakên wekî Kolombiya, Îrlanda Bakur û Lîberyayê nîşan didin ku pêvajoyên serkeftî bi tevlêbûna civakî, avakirina baweriyê û mîmariyeke baş-sazkirî ve girêdayî ne. Sê sernavên sereke derdikevin pêş: birêvebirina têkiliyên aktoran, sêwirana pêvajoyê û gavên zêdekirina baweriyê. Pêvajoyên tevlihev, bi beşdariya civaka sivîl û partiyên siyasî re domdariya aştiyê zêde dikin.”

Piştî guhdarkirinan parlamenterên di komîsyonê de pirs ji akademîsyenan pirsîn û akademîsyenan jî bersiva pirsan dan. Bi bersiv dayîna pirsan re rûniştina yekem a civînê bi dawî bû.

Di rûniştina 2'yem de akademîsyenên mayî wê bên guhdarkirin.