‘Cihgirtina Abdullah Ocalan a di komîsyonê de hewcedariyek e’

Mehmet Uçum, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordinasyona Siyasî de cih bigire. Mehmet Uçum, di avakirina komîsyonê û pêşveçûna pêvajoyê de balkişand ser heyama Cotmeh-Mijdarê.

Navenda Nûçeyan – Şêwirmendê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan Mehmet Uçum, derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordinasyona Siyasî de cih bigire.

Mehmet Uçum, bi rojnamegerên Federesyona Çapmeniyê ya Tirkiyeyê re civiya û di civînê de derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek mijaran de axivî.

‘Komisyonda görevlendirilmesi gereklilik’

Mehmet Uçum, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Binekomîsyona Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de cih bigire û got: “Kê rêxistin ava kiribe ew dê fesix bike.”

Mehmet Uçum, wiha got: “Ji bo Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de baştir bi cih bîne, di komîsyonek de were erkdarkirin û di hawîrdoreke rehet de bixebite."

Mehên Cotmeh û Mijdar girîng e’

Mehmet Uçum, da zanîn ku mehên Cotmeh û Mijdarê girîng e û wiha axivî: “Ji bo biryara MGK'ê bigihêje meha Mijdarê, ragihandina teyîdê wê li gorî pêvajoyên li qadê be û ev jî nîşan dide ku pêşveçûn heye û nirxandina ku ev kar wê pêk were heye.”