“Cihêkariya di qanûnan de cihê nîqaşê”

Jinên Lubnanê di guftugoyek a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatî lidarsistin de diyar kirin ku rastiya jinê ya di civakê de û cihêkariya di qanûnan de cihê nîqaşê ye.

CAROLIN BAZZI

Beyrûd - Bi dirûşma "Rastiya Jinê di Civakê de û Cudakarî di Yasayan de", Federasyona Netewî ya Sendîkayan û Karmendan li Lubnanê, bi hevkariya Komela Musawah - Warda Boutros, û Komîteya Şopandinê ya Kampanya "Bi hev re bi hêz in" li Beyrûdê, bi boneya roja jinên cîhanê li Beyrûdê civîneke diyalogê li dar xistin. Di kombûnê de rastiya jinan û yasayên nedadmend ên li dijî wan bi taybet qanûnên rewşa kesayetî hatin gotûbêjkirin û ji bo pejirandina zagoneke yekgirtî ya rewşa kesane hate xwestin hewildan bên kirin. Her wiha di kombûnê de behsa peymana 190 û daxwaza pejirandina wê ji aliyê Lubnanê ve hat kirin ku ew peymana nehiştina tundî û destdirêjiyê li cihên kar e.

"Rêya me ya têkoşînê dirêj e"

Sendîkavan Înam Ebdullah diyar kir ku cîhan di salê de rojekê jinan bi bîr tîne ku roja cîhanî ya jinan e û wiha got: "Em naxwazin roja jinan bi semînerekê derbas bibe ku em tê de behsa qanûn, mafên jinan û pirsgirêkên jinan dikin û erka vê rojê li vir diqede. Ji bo bidestxistina maf û daxwazên jinan rêyeke dirêj a têkoşînê heye. Em nerazîbûna jinan ji karkirina di sendîkayan de dibînin, belkî ji ber zextên rojane yên aborî û civakî yên ku jin rast tên, an jî dibe ku şert û mercên têkildarî sendîkayan bi xwe heye ku neyên şopandin. Sendîkayan ev demeke dirêj e tu pêşketin tomar nekiriye. Tevgera sendîkayan piştî şerê Lubnanê gelek kêm bû û rola wan jî kêm bû, heta hin ji wan winda bûn. Sendîkayên mayîn jî têkoşînê didin da ku daxwazên xwe bidin dîtin û nasîn.

“Qanûn zilmê li jinan dike”

Nemat Cemal El-Dîn da zanîn ku ku pîrozkirina roja jinan li Lubnanê cejneke sembolîk e û amaje bi wê yekê dike ku neheqî li jinan heye, çi di yasayan de be, çi ji aliyê civaka Lubnanî ve. Nemat Cemal li ser peymana 190 ya li ser nehiştina tundî û destdirêjiyê li cihê kar axivî û bal kişand ser girîngiya pejirandina wê ji aliyê dewleta Lubnanê ve û got: "Eger Lubnan peymanê erê bike, dê reform li qanûna kar a Lubnanê were kirin ku dibe sedema mecbûrkirina rêzê li yasayan bigirin da ku pêşî li çewisandina li cîhê kar bigirin û tacîzkar ceza bikin. Tacîz bandorek neyînî li ser derûniya mexdûran dike. Min qanûna tacîzê li Lubnanê bi yasayên tacîzkirinê yên li welatên erebî yên cîran re dan ber hev. Hat dîtin ku cezayê li Lubnanê herî zêde salek e digel cezayê pereyan ji deh qatê mûçeya herî kêm, em a li Urdunê sê sal û li Misrê jî ceza digihîje heft salan.”

“Rastiya jinan di medyayê de”

Rîta Şahwan jî derbarê rastiya jinan di medyayê de ev tişt got: "Derketina jinan di medyayê de, çi wek mêvan û çi jî wek pêşkeşvan, neheqî ye. Ji ber ku nivîskarên rapor û bernameyan di raporên xwe de li şûna ku li fonksiyona wê an jî rola wê ya civakî, aborî, siyasî û heta perwerdehiyê bigerin, bala xwe didin ser bedewiyê. Ev rewş bêhtir weke bazariyê tê hesibandin. Bêmafiyek dinê jî ewe ku jinê tenê bi rolên wek dayik an jî karmenda malê ve girêdin. Ji ber wê jî divê em fikra wekheviya jinan di qanûnan de bi pêş bixin û nehêlin tenê rola jinê bi dayiktiyê ve bigirin dest.”