Cîhan Xelîl: Çareseriya doza me di têkoşîna me de ye
Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl êrîşên dewleta tirk a li dijî jinan û gelan wiha dinirxîne: “Em di wê baweriyê de ne ku jin di hemû aliyan de bûne xwedî zanist û çareseriya doza me weke jin di têkoşîna me de ye.”
ROJ HOZAN
Qamişlo – Dewletên hegemon polîtîkayên xwe li ser hesabê gelan dimeşînin û civakê bi taybet jin hedefa wan a esasî ye. Her çiqas sîstemên serwer li dijî têgînên weke azadî û demokrasiyê dixebitin li hemberî wan hêzeke xurt a jin û civakê derdikeve pêş. Şerê li ser rûyê erdê tê meşandin şerê berjewendiyan e û aramî herî dawî di fikra desthilatdaran re derbas dibe. Tevlîheviyên ku niha çêdibin encamên siyaseta şaş e armanc jê derbexistina destkeftiyên gelan e ji bo wê herî zêde di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şerekî dijwar li dijî sîstema demokratîk tê meşandin û pêşengên vê sîstema demokratîk tên hedefgirtin. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl êrîşên dewleta tirk li dijî jinan û gelên herêmê de nirxand.
“Polîtikaya dewleta tirk îflas kiriye”
Cîhan Xelîl behsa hedefgirtinên sîstemên hegomon ji civak û jinan re wiha dike: “Dewleta tirk di serdema ku em têde dijîn her jinan hedef digre ji ber polîtîkaye dewleta tirk ya bi salan iflaskiriye û her gel, civak û di serî de jin hedef digre. Em dibînin dewleta tirk di her aliyekî de êrîşên xwe dijwar kiriye helbet gelek sedemên vê yekê jî hene ji ber jina ku bûye xwedî hêz û îrade û ber bi azadiyê ve diçe xistina hedefa xwe. Ne tenê dewleta tirk a dagirker hemû siyasetên cîhanî yên hêzên desthilatdar û hegomonîk tevahî jin û civak xistina hedefa xwe. Di serdemên berê de jin ber bi çav nebû û di dîrokê de ber bi imhayê ve diçûn û xistibûn koleya pergalê. Di hemû aliyan de jin ji cewherê wê dûrxistibûn, lê jina berxwedêr cewherê xwe di hundirê xwe de parast. Jin di cîhanê de û bi taybet di Rojhilata Navîn de ku çavkaniyê wê Kurdistan e jinên kurd bandoreke mezin li ser tevahî jinan kirin, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”. Dirûşmeya “Jin jiyan azadî”wateya wê di gelek aliyan de heye ji ber bi watedariya wê jin di nav têkoşîneke dijwar de ne û bi sîstemên serwer re nabin yek. Dewleta dagirker a tirk di xalên esasî de jin xistina hedefa xwe. Di vê dema dawiyê de gelek jinên pêşeng, siyastmedar, xwedî zanist xistin hedefa xwe ev jî tê wateya ku bi rastî jî siyaseta wan li iflasê xistiye. Hêzên hegemon tenê ji bo têkbirina civakê hene.”
“Çareseriya doza me weke jin di têkoşîna me de ye”
Cîhan Xelîl destnîşan kir ku divê jin li dijî hemû kiryar û qirkirinan xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Îro em dibînin di herêmên me de weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sîstemên heyî em têkoşînê didin meşandin. Me dikaribû bi hêza civakê û gel rêxistina xwe xurt bikin. Pergela hegemon bê civak nikare xwe li ser lingan bigre, lê civak bê hêzên hegomon dikare bijî. Em xwe hêzeke alternatîf dibînin û dijmin jî me wisa dibîne û dibêje hêza radîkal a dijber hêza jinan e ji bo wê tirsa dijmin ya herî mezin ji hêza jinan heye. Em di wê baweriyê de ne ku jin di hemû aliyan de bûne xwedî zanist û çareseriya doza me weke jin di têkoşîna me de ye. Dijmin niha siyaseteke çawa dimeşînin mînak di aliyê sîstema fihûşê yan jî jinan bike metaya xwe û ji bo girêdayî xwe bike ketiya di nav tevgerê de, da ku hêza jinan ji hev bixe û li beramberî şoreşa jin bide bikaranîn. Li herêmên me jin ketiye nav xebatekî mezin de taybet di nav Rêveberiya Xweser de li hemû deste û saziyên me jin xebatê bi rê ve dibin ji ber di cihekî de dema jin hebe ew xebat ber bi guhertinên erênî ve diçe. Rêber Apo jî dibêje “Tu çiqas xwe birêxistin bikê tu heyî” ji bo hebûna me mayinde bibe rêxistin pêwîste. Îro civaka Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li civakên din dike, mînak civaka Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pir bi şoreşa jin bandor bûne û di şexsê Jîna Emînî de vîna jinan dipejirîne û Rojhilatê Kurdistanê veguherî serhildanê. Ji bo azadî bê bidestxistin divê di aliyê fikrî de têkoşîneke dijwar bê meşandin ji bo wê em weke jinên Rojavayê Kurdistanê me ev tesbît kiriye li ser rûyê erde ku em ê bi hêza jinan bi ser bikevin û civaka xwe jî azad bikin.”
“Bila her tişt ji bo şoreşa jin be û azadiya tevahî jinan be”
Cîhan Xelîl da zanîn ku civaka navdewletî di derheqê hedefgirtina jinan û kiryarên bi ser jinan têne meşandin xwe berpirsyar nabîne û wiha pê de çû: “Civaka navdewletî li hember tundî û komkujiyên der heqê jinan de xwe berpirsyar nabîne, ji ber ew li ser hesabê jinan temenê xwe dirêj dikin yanî jinan ji bo xwe xeter dibînin. Desthilatdarî û hakimiyet tu hêzên dijberî xwe qebûl nakin ji bo wê naxwazin hêza civakê derkeve pêş. Ji bo polîtîkayên xwe li ser Rojhilata Navîn bidin meşandin serî li rêbazên şer didin û mînakên wê jî hene bê çawa dixwazin şer li tevahî cîhanê despêbike. Her hêzek û zîhniyetek e desthilatdar li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û aramiya civakê dawiya pilanê wan tê. Di dawiyê de ez dibêjim em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye em hêza avakerin di vê civakê de. Banga me ji bo tevahî jinan heye ku li derdora rêveberiya xwe kombibin û rê nedin rêbazên dijmin û nebin wesîleyek ku dijmin pê xizmetên xwe pêk bîne. Bila her tişt ji bo şoreşa jin be û azadiya tevahî jinan be.”