Cîgira Hevseroka Partiya ESP’ê hate girtin
Sezin Uçar, Cîgira Hevseroka Partiya ESP piştî prosedurên binçavkirinê hate girtin.
Stenbol – Cîgira Hevseroka ESP’ê Sezin Uçar bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hate girtin. Sezin Uçar berê di sala 2017’an de salekê hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Sezin Uçar, Cîgira Hevseroka Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê (ESP), ku di 13ê Nîsanê de dema ku ji derveyî welêt dihat Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Stenbolê, birin Edliyeya Stenbolê.
Piştî îfadeya wê ya li dozger, Sezin Uçar bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulhê hat kirin. Dadgehê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" biryara girtina Sezin Uçar da.
Sezin Uçar di 19ê Cotmeha 2017an de, di çarçoveya lêpirsînek ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de, hat binçavkirin û ji ber çalakiyên wê yên qanûnî hat girtin. Piştî salekê di bin çavan de ma, serbest hat berdan.