Cezayîr beşdarî Yekemîn Foruma Ereban a ji bo wekheviyê bû
Wezîra Hevgirtin, Malbat û Pirsgirêkên Jine ya Cezayîrê Kewser Kirîko beşdarî Yekemîn Foruma Ereban ya ku li paytexta Urdunê li Omanê hat lidarxistin bû.
Cezayîr – Wezîra Hevgirtin, Malbat û Pirsgirêkên Jinê ya Cezayîrê Kewser Kirîko, beşdarî Yekemîn Foruma Erebî ya ji bo wekheviyê ku ji aliyê Komîsyona Aborî û Civakî ya Rojavayê Asya "ESCWA" ve hat organîzekirin, bû.
Li gorî agahiyên ku di daxuyaniya Wezareta Hevgirtinê ya Cezayîrê de hatin eşkerekirin, di foruma ku dê li paytexta Urdunê li Omanê du rojan bê lidarxistin de, dê mijarên têkildarî wekheviya zayendî û bandora wê ya li ser pêşkeftina aborî û civakî ya welatên endamên ESCWA'yê bên nîqşkirin û dê du înîsiyatîvên pratîkî yên newekheviyê li welatên endam werin destpêkirin.
ESCWA yek ji pênc komîsyonên herêmî yên di bin erka Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de ye.