Cezayê 15 salan ê ji bo Çîlem Dogan hat erêkirin
Îtîraza dawiyê ya li hemberî cezayê 15 salan ê Çîlem Dogan ku neçar mabû hevserê xwe Hasan Karabulut ê bi awayekî daîmî li hemberî wê tundiyê pêk dianî bikuje, hat redkirin.

Îtîraza dawiyê ya li hemberî cezayê 15 salan ê Çîlem Dogan ku neçar mabû hevserê xwe Hasan Karabulut ê bi awayekî daîmî li hemberî wê tundiyê pêk dianî bikuje, hat redkirin.
Navenda Nûçeyan – Ji bo sererastkirina biryara cezaya hepsê yê 15 salan ku ji bo Çîlem Dogan hatibû dayîn, îtiraza ku ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hatibû pêşkeşkirin, hat redkirin. Bi vê biryarê re dosyeya Çîlem Dogan zelal bû.
Çîlem Dogan li Edeneyê di dîroka 8’ê Tîrmeha 2015’an de neçar ma ku hevserê xwe Hasan Karabulut ê tûndiyê li ser wê pêk dianî û dixwest wê bixe nav karên fihûşê, bikuje. Biryara cezayê 15 salan ji Çîlem Dogan re hatibû birîn, çûbû Dadgeha Bilind.
Piştî dadgeha bilind parêzerê Çîlem Dogan Îsa Ayanoglu ji bo sererastkirina biryarê daxwaznameya îtîrazê da Serdozgeriya Komarê. Dadgeha bilind, îtîraza Çîlem Dogan red kir. Bi vê awayê dosyeya cezayê Dogan zelal bû.