‘Cezaya ku li Werîşe Mûradî hatiye birîn, li tevahî jinan hatiye birîn’

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên da zanîn ku biryara dervekirinê ya li Werîşe Mûradî hatiye birîn, li tevahî jinan hatiye birîn û got ku heta tundiya li ser jinan bi dawî nebe, wê helwest û rêzeçalakiyên xwe berdewam bikin.

PERWÎN AMARA

Qamişlo – Di civakên Rojhilata Navîn de her diçe tundiya li ser jinan û qetilkirina wan zêde dibe. Ev di civakê de rê li ber bûyerên ne ji rêzê vedike. Tundiya li ser jinan di aliyê sosyolojîk de jî bandoreke neyînî li ser tevahî civakan dike. Rêbazên tundiyê yên ku rojane li ser jinan tên meşandin, jinan ji mafên wan ên jiyanê jî dûr dixin. Pergala mêrê desthilatdar a ku têkoşîna jinan ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dibîne, her diçe di qada jiyanê de rêbazên tundiyê li ser jinan zêdetir dikin. 

Yek ji wan jinên çalakvan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya ku di Sibata 2023’yan de ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû girtin, di 10’ê Mijdara 2024’an de ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî wê tên kirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di 10’ê Mijdara 2024’an bi hinceta endama rêxistinê ye, biryara darvekirinê lê hat birîn. Têkildarî van mijaran endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên nirxandin kir.

‘Biryar li dijî hemû jinan e’

Jiyan Hisên da zanîn ku biryara darvekirina Werîşe Mûradî, biryara li ser tevahî jinan e û wiha got: “Bi nêzbûna roja 25’Mijdarê re dema ku me pêngava xwe ya rêzeçalakiyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radighand, ew roj rejîma Îranê li çalakvana siyasî û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî cezayê darvekirinê birî. Hemû jinên ku li hemberî tundiyê derdikevin ji aliyê pergala mêr ve tên tewanbarkirin. Werîşe Mûradî yek ji wan jinên têkoşer bû, li hemberî pergala tundiya mêr serî netewand. Bi taybetî di meha Mijdarê de biryara darvekirinê ya ku rejîma Îranê der barê Werîşe Mûradî de girt, biryareke li ser tevahî jinên pêşeng hatiye girtin û dixwazin bi vê biryarê hemû jinan ji qada tekoşînê dûr bixin.”

Jiyan Hisên ji bo xwedîderketina li Werîşe Mûradî jî wiha got: “Ev biryara darvekirinê ya li ser Werîşe Mûradî hatiye hatî girtin, ji aliyê gelek tevgerên jinan ve hat şermezarkirin û heya niha jî ji bo xwedîderketina li Werîşe Mûradî her roj li qadan jin li ser piyan in. Ne tenê li rojavayê Kurdistanê ku qada şoreşa jinan e, divê li hemû qadên cîhanê ji bo xwedîderketina li têkoşîna Werîşe Mûradî dengê jinan bilind bibe.”

Metirsiya li hemberî têkoşîna jinan tundiyê zêdetir dike’

Jiyan Hisên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan jî wiha nirxand: “Tundiya li ser jinan bi pêşketina pergala baviksalar re her diçe zêdetir dibe û mafên wan ên jiyanê ji wan tê girtin. Bi taybetî di van salên dawî de ev tundî bi awayekî herî hovane li ser jinan tê ferzkirin. Rêber Apo jî di gelek nirxandinên xwe de got; “sedsala 21’emîn wê bibe sadsala azadiya jinan” û ev rastî di şoreşa Rojava de ji bo hemû jinên cîhanê bû cihê baweriyê. Îro li seranserê cîhanê jin dadikevin qadan û doza mafên xwe dikin. Em rojane dibin şahidên vê rastiyê, her ku têkoşîn xurtir dibe tundî û qetilkirina jinan jî zêde dibe. Metirsiya li hemberî têkoşîna jinan bûyerên qetilkirinê zêde dike. Rêbazên şerê taybet ku li ser jinan tên meşandin, hemû rêbazên qetilkirin û tundiyê ne. Ji bo ku em bikaribin tundiya heyî bi dawî bikin divê asta têkoşîn û parastina xwe xurtir bikin.”

Heya hişmendiya mêr neyê guhertin wê tundî bidome’

Jiyan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji bo avakirina jiyana wekhev pêwîstî bi pêşxistina herdu zayendan heye û wiha pê de çû: “Ji bo ku em rê li pêşiya vê tundiyê bigrin divê di aliyê hişmendî de, asta herdu zayendan bi pêş bixin. Pergala tundî û qetilkirinê bi destên mêr tê meşandin. Ger mêr di aliyê hişmendî de neyê guhertin wê tundî berdewam bike. Weke rêxistina Kongra Star, me vê dawiyê ji bo perwerdekirina mêran gelek rêzeçalakî, komxebat û semîner li dar xistin û van xebatan di asteke baş de bandorê li ser guhertin û veguhertina wan jî dikir. Me di xebatên xwe yên dawî de zagona malbatê derxistibû li herêma Cizîrê. Di hundirê van zagonan de, mafên jinan çi ye, hevjiyana azad çawa were pêşxistin û malbatek demokratîk li ser çi esasî were avakirin li ser van mijaran perwerde hatin dîtin.”

‘Em ê her dem li her warê jiyanê têkoşîna xwe bidomînin’

Jiyan Hisên herî dawî got ku weke Kongra Star wê rêzeçalakî û têkoşîna wan berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Weke Kongra star wê asta têkoşîna me bilindtir bibe. Em ê tenê bi roja 25’Mijdarê re sînordar nemînin, wê rêzeçalakî û komxebatên me her dem di hemû warên jiyanê de berdewam bikin. Banga me ji hemû jinên cîhanê re ew e ku yekitî hevgirtina xwe xurtir bikin û li her derê li dijî tundiyê têbikoşin.”